logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Ji dinyayê du nûçeyên hilbijartinan ên derketine pêş

Îro ji dinyayê du nûçeyên hilbijartinan em pêşkêşî we dikin her du jî balkêş in. Yek ji Bulgaristanê ya din jî ji Lîbyay

  • Dîrok: 15/11/2021
  • Beş: Dinya

Diyarname

Îro ji dinyayê du nûçeyên hilbijartinan em pêşkêşî we dikin her du jî balkêş in. Yek ji Bulgaristanê ya din jî ji Lîbyayê.

LÎBYA

Li Lîbyayê ji dema têkbirina desthilatdariya Muammer Qedafî ve heta niha alozî didome. Niha biryar e ku meha pêşiya me hilbijartin li dar bikeve. Hilbijartin wê roja 24'ê berfanbara 2021'ê de li dar bikeve û berendam niha serî lê didin. Reutersê ragihand ku kurê Wedafî Seygulîslam Qedafî ji bo berendamtiya Serokdewletiyê serî li lijneya hilbijartinê daye.

Li Libyayê 7'ê vê mehê serîlêdanên berendamtiyê ji bo serokdewletî û mebûsiyê dest pê kirin. Ji bo serokdewletê heta 22'yê mehê, ji bo mebûsî heta 7'ê meha pêşiya me serîlêdan têne qebûlkirin.

Televîzyona Lîbyayê Ehrarê ragihand ku Seyfulîslamê li bajarê Sebhayê serîlêdana xwe kiriye.

Seyfulîslam Qedaxî di sala 1972'Yan de hatiye din3e, li Londonê li London School of Economicsê xwendina doktorayê temam kiriye.

Di sala 2006'an de ji ber wî û bavê xwe li hev nekir ji welat derket, di sala 2008'an de vegeriya Lîbyayê. Dema rêveberiya Qedafî ket ew jî ji bo bireve Nîjeryayê direviya lê li bajarê Sehbayê hat girtin, di sala 2017'An de bi efûyê hat berdan.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bi gotina li hemberî mirovahiyê sûc kiriye li wî digere.

Li Lîbyayê hilbijartin dê dema xwe de bêne sazkirin an na hê meseleya nîqaşê ye. Aliyên ku dixwazin sê mehan bi paş ve bixin jî hene.

BULGARISTAN

Nûçeya din a hilbijartinê ji Bulgaristanê ye û di vir de ya balkêş ew e ku tenê sedî 33 hilbijêr çûne cem sindoqê û deng dane.

Hilbijartina ji bo Serokdewmetî roja 14'ê mehê li dar ket. Tu partî yan berendamî nekarî sedî 50+1 bigire loma hilbijartin ma ji bo dora diduyan.

Komîsyona Hilbijartinê 17'ê mehê dê encamên teqez belav bike. Li gor agahiyên ne fermî serokomarê niha Rumen Radev bi sedî 49,1 bûye yekemîn (Partiya Sosyalîst a Bulgaristanê piştgiriya wî dikir).

"GERB" (Hemwelatiyên ji bo Pêşketina Ewropayî) ku berendamê wan Rektorê Zanîngeha Sofyayê Prof. Dr. Anastas Gercikov bû bi sedî 26,5'an bûye duyemîn. GERB partiya Boyko Borisov e ku ew serokwezîrê berê bû.

Di vê hilbijartinê de yekemîn car tirk û mislimanan berendam nîşan dan. Berendamê wan Serokê HOH'ê (Tevgera Maf û Azadiyan) Mustafa Karadayi bû. Karadayi bi sedî 9,8 di rêza sêyemîn de ma.

Dora duyemîn a hilbjartina Bulgaristanê dê 21'ê mehê lidar bikeve.

Li Bulgaristanê 6,6 mîlyon hilbijêr hene û îsal bû 3 caran hilbijartin li dar dikve.

Li gor Alpha Researchê li gor encamên pêşî 6 partiyên siyasî karîne sedî 4 bendavê derbas bikin û mebûsan bişînin parlemenê. 

Li gor encamên ne fermî di hilbijartinên ji bo parlemenê de GERB bi sedî 24,8 bûye yekemîn û li meclisê koma mezin dê ava bike. PP(Geherîna Berdewam) sedî 24,1, Partiya Sosyalîst a Bulgaristanê bi sedî 13,7 bûye sêyemîn.

HOH bi sedî 10,7 bûye çaremîn ITN jî bi sedî 9,9 bûye pêncemîn. PArtiya din ku kariye bendavê derbas bike Bulgaristana DEmokratîk e ku sedî 7,8 deng girtine. 


Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 21 09 2026

Cennet di bin lingên wê de ye!

news
  • 16 09 2026

Ev ne henek e: Wê 1 Euro tazmînat birin  Kim Kardashianê

news
  • 03 09 2026

Nûnera tevgera femînîzmê Gloria Steinem mir

news
  • 02 09 2026

Meloni, Berlusconi jî li dû xwe hişt!

news
  • 28 08 2026

Li Nepalê karesata mezin

news
  • 28 08 2026

35 salan li ser text bû, mir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2019: Fermo hemû pirtûkên kurdî yên 2019'an de derketine

ad

Sohbetên li ser fîlmên Kubrick

ad

49 mîlyon û 148 pirtûk hatin çapkirin

ad

Emê lîsteya PIRTÛKÊN KURDÎ yên 2015'an biweşînin

ad

Vogueyê tiştek nû kir: Mambabatokeke 106 salî xiste berga xwe

ad

Du pirtûkên Tove Jansson bo kurdî hatin wergerandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname