Diyarname
Karsaz û keseke navdar Kim Kar 10 sal berê li Parîsê rastî şêlandinê hatibû. Ew dema li oteleke luks dima, pênc kesên rûpoş ên çekdar ketibûn odeya wê, bi çek ew bi dîl girtibûn. Dizan desten wê kelepçe kiribûn, ew xistibûn kuwetê û mucewherên wê biribûn. Ew mucewher bi buhayê 6 mîlyon dolarî bûn.
Di nav mucewherên dizan biribûn de gustîlkê nîşaniyê ku mêrê wê yê wê demê Kanye West diyarî wê kiribû jî hebû.
Kardashian li ser vê yekê li Dadgeha Parîsê doz vekiribû, lê ne dozek wisa mezin; daxwaza 1 Euro tazmînatê kiribû.
Dadgehê piştî 10 salan Kardashian mafdar dît û biryara bi 1 Euro tazminatê da. Dadgehê biryar da 1 Euro tazmînatê bidin stilist Simone Harouche jî.
Dadgehê par 8 kes sûcdar dîtibûn û ew ceza kiribûn.
Niha, piştî biryara dadgehê Kardashian û stilîst Simone Harouche bi daxuyaniyeke hevpar spasiya dadgeha fransî kir.
Li ser vê yekê Associated Pressê (AP) nûçeyek belav kir. Di daxuyina wan ku AP'ê belav kir de wisa dibêjin: “Ev ezmûn pir têkşikestî bû û bandora wê hîn jî li ser me dimîne. Biryara îro ne li ser tazmînatê ye, lê li ser berpirsiyariyê û naskirinê ye. Em sipasiya Dadgehê û her kesê ku di vê pêvajoyê de piştgirî da me dikin.”
Kardashian her wiha di daxuyaniya xwe de got, "Ji bo rayedarên fransî pir spasdar im ku ev dosyaya dadgehê şopandin. Tiştê ku qewimî bû ezmûna herî tirsonek a jiyana min bû, bandoreke mayînde li ser min û malbata min hişt. Her çend çiqas ez ê tu carî vê bûyerê ji bîr nekim jî, ez bawerî bi hêza mezinbûn û berpirsiyariyê tînim û ji bo saxbûna her kesî dia dikim."


