Diyarname
Li Îtalyayê hikumet gelek zû dest ji kar ber didin, loma jî gelek hikumet heta niha çêbûne. Ji Şerê Cîhanê Yê Duyemîn heta niha, yanê di van 80 salan de li Îtalyayê 70 hikumet hatine ser kar û çûne. Di nav van de hikumeta niha ya li ser kar, hikumeta koalîsyona rastgir rekor şikand. Hikumeta di bin Serokatiya Îtalya Giorgia Meloni de, di var 80 salan de bû hikumeta ku herî zêde li ser kar e.
Meloniya rastgir ku di heman demê de wekî yekem serokwezîra jin a îtalî ku di sala 2022'yan de hat ser kar, ligel rexneyan, başneçûna rewşa navîn a Îtalyayê jî ev hezar û 413 roj in li ser kar e. Berî vê ev rekor di destê Silvio Berlusconi de bû. Berlusconi yê ku çar demên cuda de bûbû serokwezîr, serokwezîriya wî ya herî dirêj wekî hezar 412 roj hatibû qeydkirin. Melonî bi roja 3'yê mehê de rekora Berlusconi ji dest wî der dixe.
Li gor anketên dawî partiya Meloni ya bi navê Fdl di rêza yekê de dixuye. Ew di sala 2022'yan de hatibû ser kar, wisa here dê sala 2027'an de carek din bi ser bikeve. Lê di heman demê de yên ku dibêjin wê nikaribe carek din bi ser bikeve jî hene.
Îsal reforma darazê hebû, ew birin referandûmê. Hikumeta Meloni piştgirî dida vê, lê di referandûmê de bi ser neketin û ev yek ji bo wê derbeyek mezin bû. Ji YouTrendê Lorenzo Pregliasco gotiye ku redkirina referandûmê bo Meloni têk çû û van lê zêde dike, "Li hemberî desthilatdariya niha dibe ku li welat alternatîfeke ku jê zêdetir deng bigire çêbibe."
Meloni di hilbjartinê de gotibû ewê rayeyên serokwezîr zêdetir bike, rayeyên rêveberiyên xweser ên herêmî zêde bike û reforma darazê çêbike, lê di van yekê de jî hê bi ser neketiye.
Di sala 2022'yan de sedî 64 hilbijêr çûbûn deng dabû ku ev yek di dîroka Îtalyayê de asta herî jêr bû. Di hilbijartina ji bo Parlemena Ewropayê ya 2024'an de jî ji sedî 50'î zêdetir kes neçûbûn deng nedabûn.


