Diyarname
Gloria Steinem rojnameger, nivîskar û nûnera tevgera fenîmîzê bû, di 92 saliya xwe de 2'yê mehê canê xwe ji dest da.
Gloria Steinem roja 25'ê adara 1934'an li bajarê Toledo ya Ohio ya DYA'yê hatibû dinê.
Wê li New Yorkê dest bi karê rojnamegerî kir. Di sala 1963'yan de ji bo li ser rewşa jinan û kedxwariya li ser wan binivîse bi awayekî veşarî di "Playboy Club"ê de xebitî. Wê ji çavdarê ji vê derê li ser jiyana jinan nivîsî.
Di sala 1968'an de dema kovara New York derket keda wê jî di vê avakirinê de hebû. Li vir li ser siyaset, çand û li ser tevgera jinan ku her diçû xurtir dibû nivîs nivîsîn.
Ew avakara kovara femînîst "Ms" bû ku ev kovar li DYA'yê deketibû. Kovar di kurtedemê de di warê jinan wekî mafê kurtajê, heqdesta wekhev, tacîza cinsî û pirsgirêkên din ên jinan de bû platformeke neteweyî.
Wê di jiyana xwe de çend pirtûk jî nivîsîn. Hin ji wan ev e:
- The Thousand Indias (1957)
- The Beach Book (1963)
- Outrageous Acts and Everyday Rebellions (1983)
- Marilyn: Norma Jean (1986)
- Revolution from Within (1992)
- Moving beyond Words (1993)
- Doing Sixty & Seventy (2006)


