SILÊMANÎ
Pirtûka Sekreterê berê yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî di 4’emîn salvegera mirina wî de hat çapkirin û belavkirin.
Îro 4’emîn salvegera mirina Talebanî bû. Bi vê boneyê vê êvarê li Silêmaniyê bi merasimek pirtûka Celal Talebanî ya ku di sala 1987’an de bi zimanê erebî hatibû nivîsandin û wergerî kurdî hatî kirin hat belavkirin. Pirtûka ku navê wê “Kîjan pêşeroj, kîjan demokrasî, mafê xewnê jî ji bo gelekê rewa nabînin?” ye bi merasime nasandina wê hat kirin. Di merasima nasandinê de nûner û berpirsên partî û hikumî û rewşenbîr hebûn.
Di merasîmê de Endamê Meclisa Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a YNK’ê Hakim Qadir Hemecan axivî û got: “Ev pirtûk bersiva Mam Celal a ji bo Emîndarê Polîtburoya Hizba Şiûya Iraqê bû ku wê demê bi tundî li dijî gotinên Newşîrwan Mistefa dirawetiya ku digot, divê Iraq bibe 3 parçe. Di vê tezê de Mam Celal çend belge û dokumenterên li ser azadiya gelan kom kiriye.”
Di merasîmê de pirtûk bi îmzeya wergervan li kesên amade hate belavkirin. Pirtûk li pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê tê peydakirin.
Rojnews - Diyarname


