logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Hilbijartina Iraqê, Herêma Kurdistana Federe (hin encam, HAT NÛKIRIN)

Îro li temamê Iraqê ku Herêma Kurdistana Federe jî bi awayekî fermî di nav de ye hilbijartin li dar ket. Encam wê bêne e

  • Dîrok: 10/10/2021
  • Beş: Nûçe

 

 

Saet 23.00

TENÊ DUHOK GIHÎŞT SEDÎ 50

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê rêjeya beşdariya hilbijartinê eşkere kir. Li gor daxuyaniyê li temamê Iraqê û li Herêma Kurdistana Serbixwe tenê li Duhokê sedî 52 xelkê deng daye, wekî din li tu derê rêje negihîştiye sedî 50.

Li gor daxuyaniyê rêjeya beşdariyê ya li Herêma Kurdistana Federe li Hewlêr sedî %43, li Silêmanî sedî %38, li Duhokê jî sedî  %52 çêbûye.

Li bajarên Iraqê jî beşdariya hilbijartinê wisa çêbûye:

- Babil sedî %46

- Selahedîn sedî %45,6

- Diyala sedî %44

- Zîqar sedî %43,5

- Necef sedî %41

- Besra sedî %41 

Saet 22.30
KERKÛK

Ji hilbijartina îro diyar dibe ku hem li temamê Iraqê, hem li Herêma Kurdistana Federe beşdarî gelek kêm bûye. Li temamê Iraqê beşdarî sedî 38 derketiye. Li bajarên kurdan jî rewş ne baş e ku tê gotin (hê encama fermî nehatiye eşkere kirin) beşdarî sedî 50 derbas nekiriye. Lê xala ku dilê kurdan geş dike ji Kerkûkê tê: Li Kerkûkê kurdan dest bi pîrozbahiyê kirine. 

Saet 22.10

ÎDÎAYA SEROKÊ NIFŞÊ NÛ

Serokê Nifşê Nû Şaswar Abdulwahîd vê êvarê ji ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav kir û got ku li Silêmanî û Hewlêrê ew bûne partiya yekemîn, li Kerkûk û Duhokê jî bûne partiya duyemîn. 

Saet 22.00
SEDANEYA BEŞDARÎ:
Tê gotin ku Komîsyona Hilbijartinê diyar kiriye ku ji sisêyan yekê hilbijêran çûne deng dane. Encama fermî hê nehatiye ragihandin, lê encam ev be jî rêjeyeke gelek nizm e. 

Saet 21.00

ENCAMÊN PÊŞWEXT

Li gor hin agahiyên ku hatine hejmara kursiyên ku partiyan girtine diyar bûne. Ev encam ne teqez e ji ber ku Komîsyona Hilbijartinê gotibû piştî 24 saetan dê encamê eşkere bike.

Li gor encamên ne fermî û yên hatine belav kirin encameke wisa heye:

Tê gotin dê  PDK dor 25-26 mebûsan bi dest bixe. Dûre YNK tê ku li dor 14-15 mebûsan, Tevgera Nifşê nû 10 mebûsan, Komeleya Yekgirtûya Îslamî 2-4 dengan, Komeleya Dadgerî Îslamî 1-2 mebûsan bi dest bixe. Tê gotin ku Goran encax wê bikaribe mebûseke derxe.

Saet 18.00
DENGDAN TEMAM BÛN

Êvarkî saet 18.00'an de li IRaqê dengdan bi dawî bû. Tê gotin ku di nav 24 saetan de dê encam bê ragihandin.


***

Îro li temamê Iraqê ku Herêma Kurdistana Federe jî bi awayekî fermî di nav de ye hilbijartin li dar ket. Encam wê bêne eşkere kirin.

Hilbijartinên li Iraqê vê sibê saet 07.00'an de dest pê kirin. Li bajarên Iraqê, li bajarên Herêma Kurdistana Federe, li Şengalê serê sibê dengdanê dest pê kir. 

Va ne agahiyên îro:

- 167 partiyên siyasî û tevgirt ketin hilbijartinê. 3 hezar û 249 berendamên ji bo mebûsiyê hebûn. Ji berendaman 951 jê jin bûn.

- Bi temamî 23 mîlyon û 986 hezar û 741 hilbijêr hene.

- Di hilbijartinên berê de 18 herêm hebûn, di vê hilbijartinê de zagon guhartin û ev herêm kirin 83 heb.
HEWLÊR

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî dengdanê got ku ew dixwazin piştî dengdanê hemû hêzên Kurdistanê li Bexdayê yek deng bin ji bo parastina mafên Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî dengê xwe da, got ku ew hêvî dide hilbijartina ji bo Parlemena Kurdistanê bi awayekî aştiyane bi rê ve biçe.
Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî jî piştî dengdanê ji bo çapemenî got ku divê nûnertiyeke bihêz a kurdan li Bexdayê hebe.

ÊRÎŞEKE ÇEKDARÎ

Li Sadiye ya Diyalayê hin kesan bi çek êrîşê navenda hilbijartinê ya El Muhtede ya li Sadiyeyê kir. Du hêzên ewlehiyê yên ji bo hilbijartinê li wir bûn birîndar bûn.

DUHOK, ÎDÎAYA DENGÊN SEXTE

Li gor îdîaya Rojnewsê li navçeya Sêmel a Duhokê hin kesên sivîl li ber deriyê dibistanan ku deng li wir têne dayîn hilbijêr dane rawestandin û bi tehdîd ji wan xwestiye ku dengên xwe bidin berendamên PDK'ê.

Yek ji îdîaya din jî ew bû ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kirine.

Li gor nûçeya Rûdawê, Cîgirê Parêzgarê Duhokê ragihandiye ku rêjeya beşdarbûna xelkê di dengdanê de pir kêm e û ji şêniyên parêzgehê daxwaz kiriye ku di demeke herî zû de serdana navendên dengdanê bikin û xwe derenh nehêlin, çimkî dibe ku hingê dem têra wan hemûyan neke.

HÊZÊN ZÊREWANÊ BI CIH KIRIN

Li Çoman a Hewlêrê di dema ku dengdan didomiya PDK'ê Hêzên Zêrewan li ber dibistanan bi cih kirine. Rêveberê Komîteya YNK'ê yê Balekayetî Loqman Werdî ji bo Rojnewsê wisa gotiye: "Hêzên Zêrewan bi çekên giran li navendên hilbijartinê bi cih kirine û xelk ji vê aciz e. Loqman Werdî gotiye ku ji bo hêzên Zêrewan bi paş ve bêne kişandin ew ketine nava hewldanan.

ŞENGAL

Li Şengalê dereng dengdan hat dest pê kirin ku gotin pirsgirêkeke teknîkî ye. Ji ber vê yekê li 21 cihan dengdan hat rawestindin ku di nav van deran de navenda Şengalê, herêmên wê derê Borik, Tilezêr û Xanesor jî hene.

Piştî saetek rawestandina dengdanêş, pirsgirêk hat çareser kirin û dengdanê dom kir.

KERKÛK

Li Kerkûkê berî saeta dengdanê temam bibe li ser navê Komîteya Bilind a Ragihandina Hevpeymaniya Kurdistanê Xalid Şiwanî bang li gel kir ku herin dengên xwe bidin. Şiwanî ragihand ku tirkmen û ereb zêdetir çûne deng dane û xwest kurd herin dengê xwe bidin, yan na dê winda bikin.

SILÊMANÎ

Li gor nûçeya Rûdawê, Berdevkê Liqa 4 a PDK'ê Kameran Xerîb li Silêmaniyê wisa gotiye:  “Gelek amûr heta demjimêr 11ê berî nîvro û hinek jî heta demjimêr 12ê nîvro kar nekirine û ev jî sedemeke ji bo vala çûn û sotina hejmareke dengên dengdêran."

Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî li Silêmanî dengê xwe da û ji bo rojnamegeran peyama xwe belav kir: "Peyama min gelekî sade ye. YNKê dikin YNKya Mam Celal û bi taybetî Kerkûk, Kurdistanê jî dikin Kurdistana Mam Celal.”

Endamê Encumena Siyasî û Berjewendiyên YNK'ê Mela Bextiyar piştî dengê xwe li ser cihên bi nakok got ku van deran kêmdengdana kurdan dê giraniya Herêma Kurdistanê û giraniya kurdan kêm bike. Mela Bextiyar got ku divê pirsgirêkên cihên li gor Xala 140'î hatine veqetandin, pirsgirêka budçe, petrol, qebûlkirina Enfalê bê çareser kirin.



Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbest û çîrok, du pirtûkên din derketin

ad

'10 Jin' bi awayê restorekirî tê nîşandayîn

ad

Pirs: Hûn çima destûrê nadin gora Aramê Tîgran bînin Amedê?

ad

Kongreya HRRK'ê dest pê kir

ad

KNK’ê ji bo Kobanî bangelek lezgîn kir

ad

Hevpeyvîna Hasan Cemal a bi Karayilan re

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname