logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Amedspor carek din tîmî teslîmê Mesut Bakkal dike
  2. Ebdî: Xisûsiyeta herêmên kurdî heye, emê xwe bi rê ve bibin
  3. Li kantona Cizîrê serdema duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir
  4. Amedsporê hem pûan lîderî winda kir, hem jî teknîk dîrektor
  5. Heyeta OCHA'yê çû Kobanî
news-details

Nivîskar, helbestvan û dramatûrgê me, Eskerê Boyîk 80 salî ye

Gava min dixwest derheqê jînenîgariya Eskerê Boyîk de çend gotinan binivîsim, min jê re got, ku çend malûmatiyên wekî: d

  • Dîrok: 01/09/2021
  • Beş: Portreya Mehê

Têmûrê XELÎL

Gava min dixwest derheqê jînenîgariya Eskerê Boyîk de çend gotinan binivîsim, min jê re got, ku çend malûmatiyên wekî: di kîjan salê de bûye, çend pirtûkên wî derketine, li ku xwendiye, derheqê xwe û afrandinên xwe de çi dibêje û hwd. û yên  din ji xwe ez zanim. Wî bes tenê çend malûmatiyên ji jiyana xwe yên "req û rût" şandin, bêyî ku mezinaya wî di wê nivîsa wî de xuya bibe. Eger min tenê ew beş raberî we bikira, we yê sadebûn û paqijayî, zanebûn û welatparêziya wî tam texmîn nekira. Xêncî wê, ku hûnê ji helbestên wî yên li jêr nazikayî û kûraya perçekî helbesta kurdên Ermenistanê bihesin, ezê çend gotinan jî derheqê Eskerê kurd, Eskerê zanyar, Eskerê camêr de binivîsim.

Wekî ku li gelek ciyan, hinek kes hene ku an ji bo pere qezenckirinê dinivîsin, an ji bo ku navekî ji xwe re derxin, an jî ji betaliyê. Yên wisa, wexta ji bo nivîsara helbestan pere li ser têne birînê, helbest jî jê têne birînê. Wî çaxî mirov di hêlekê de şa dibe, ku edebiyata me wê ziyan û zirarê nekeve, neyar û xêrnexwaz wê qerfê xwe li me nekin, edebiyata me paqijtir dibe, ji ber ku zîwan û qirş û qal nakevine nava pirtûkan, navê wî jî bi pîsîtî dernayê û em bi wî navî nayêne naskirin û ji wî navî şerm nakin. Ji ber ku ew nav me şermezar dike.

WÎ BI KEDA XWE KEVIREK DIDA SER KEVIREK DIN

Eskerê Boyîk qet ne wisa bû, wî bextewariya xwe di wê yekê de didît, ku bi keda xwe va kevirekî dane ser kevirê çêbûna Kurdistaneke azad.

Ew doktorê zanyariyê bû û karê wî yê di hêla êkonomîkayê de rojê bi kêmanî deh sehet jê dixwar, karê malê, malbatê, hevaltiyê, dostaniyê, pismamiyê, eşîriyê jî di hêlekê de têra xwe wextê wî dixwar, carnan ew wisa diwestiya, ku hêsabûneke demdirêj jê re lazim bû. Lê wî hêsabûna xwe di xizmetkirina gelê xwe de didît.

Dema li bal me Komela Xwendkarên Kurd li Ermenistanê hebû, hinek karmendên kurd ên ziravqetiyayî û kursîhiz me di nav miletçîtiyê de gunekar dikirin, Esker tim wekî dîwarekî li me pişta me bû û helan dida me.

LI QUNDEXSAZÊ HATIYE DINÊ

Eskerê Boyîk sala 1941'ê li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze, nehiya Aparanê, Komara Ermenistanê) ji diya xwe bûye.

Berê li gundê xwe, paşê li gundê cînar: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966'an înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtîyê xilas kiriye û li înstûta ulm-îzgerîyê ya Êkonomîka Malhebûna Gundîtiyê de xebitîye. Ji pey xwendina Aspîrantûra wê înstîtûtê re dîsêrtasya xwe kirîye û têza kandîdatê ulmê Êkonomîkayê (Aboriyê) standîye, bûye doktor. Heta sala 1991'ê di wê înstîtûtê de wekî serwêrê parê kar kiriye. Gelek berhemên wî yên ulmî (pirtûk, biroşûr, miqale) derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtîyê de bi zimanê ermenî, rûsî çap bûne.

Hê di mektebê de karê afirandariyê ve mijûl bûye. Di salên 6'0î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, bi radyoyê hatine dayîn.

PIRTÛKÊN WÎ YÊN KU DERKETINE

Heta niha ev pirtûkên wî hatine weşandin:

1- ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966.

2- KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975.

3- KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, bi zimanê tirkî, kurdî, Stenbol, 1979.

4- KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, bi zimanê tirkî, kurdî, Stokholm, 1990.

5- SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano, Yêrêvan, 1980.

6- MEM Û ZÎN, şano, Stokholm, 1989.

7- TÎRÊNC (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan, 1987.

8- LI ÇIYA, kurteçîok, Yêrêvan, 1991.

9- DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja Nû, 1997.

10- ODA ÇÎROKAN 1, helbestên zarokan, Roja Nû, 1997.

11- KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokholm, 1998.

12- GOVENDA HERFAN, helbestên ji bo zarokan, Stokholm 2002.

ŞANOYÊN WÎ HATIN LÎSTIN

Pênc şanoyên wî li ser dikên teatroyên kurdan ên Elegezê, Tbîlîsîyê, Almanyayê hatine lîstin, ji wan sisê ne neşirbûyî ne. Beşên romanokên DEFTERA KURDEKÎ PENABIR û BAHOZ di rojnamên HÊVÎ, ROJA TEZE û DEMA NÛ de van salên dawîyê çap bûne.

Eskerê Boyîk endemê Yekîtîya Nivîskarên (YN) Welatê Sovyêtê, paşê endamê YN Ermenistanê û YN Qazaxistanê bûye. Salên dirêj katibê sêksîyona nivîskarên kurd yên rex YN Ermenistanê bûye.

Li bajarê Almatayê tevî çend hevalên xwe kovara KURD weşandiye.

Niha Eskerê Boyîk li Almanyayê dijî û ev helbestên li jêr li wir nivîsîne.


ÇEND HELBESTÊN WÎ YÊN NÛ


ÇIMA

Ax, Xwedê çima bextê me wa ye,

Felek çima wa me ra tima ye?


Dengê me çima nayê bihîstin,

Çi neheqîye der me tê lîstin ?


Em bê maf-heq in, bê ked û par in,

Welatê xwe da bê cî û war in.


Cima rastîya me kesek navîne,

Çima sîyaset ji me ra bi kî ne?


Çima der-cînar me ra bêbext in?

Em kolê wan in, ew bi tac-text in.


Dîsa neyar in, dîsa nexwez in,

Çima mirinê me ra dixwezin?


Xwîna me çima ewqas arzan e,

Qedirê xûna me kesek nizane?


Çima em bi xwe nabine xweyî,

Bûne hêsîrê ji koça mayî?


Nifira kê ye, qeder e, bext e,

Yan berdewama riya kal-bavan e,

Şaş e, qelet e?


Îro ser riya me ew qelet êş e,

Êş e, nelet e! Êş e, nelet e!


Çima kes tune rastke wê şaşiyê,

Gel bive rastiyê, gel bive xweşiyê!…

***


X X X

Welatê min da heqî bêçar e,

Sîyaset li hespê bêbextiyê sîyar e,

Rastîya cihanê parsîke xar e,

Barî mezine, jîyan dijwar e.


Bextî wêran e, dewe giran e,

Deweta wewîk, weş û guran e,

Her tişt derew û her tişt pûç derket,

Şên û warê me bêxweyî mane.


Xezev çar alî bi zulm û kîn e,

Qetil û qana xwe reş dimeşîne,

Dixweze welêt tevî hilşîne,

Zivistaneke nû vegerîne.


Ji zulm û zorê mîlyon rabûne,

Dijî xezevê zulm û kîn bûne,

Dema van derew û rastîya hisyan,

Cî ji ceş-weşa ra dijwar bimîne.


Welatê min da hê zulm û ceng e,

Heqî hebskirî ye, heqî bêdeng e,

Sîyaset qelp e, sar e, bêreng e,

Gel kerrkirin jî êdî dereng e!

***


VEGER

Teyrê xerîb im, ez rîya digerim,

Îro li vir im, sibê cîkî din,

Li bin esmanê dinya rengîn da

Bi êş derbaz bûn roj û salên min.


Kuda direvim min tên xezevê,

Rem û camêrî erdê ne mane,

Mîr û hakimê vê dewra neheq

Derê azayê li xelqê dadane.


Evê dewrê da kê bê welat e,

Kê bê dewlet e, bê tac û text e,

Dîlan-dewata evdên nemerd da

Sêwîkî jarî bê maf û bext e.


Destê xelqê da diravê hûr e,

Yan gere xerc be, unda be, here,

Yan jî mîna min bêçar, bizêre,

Li pey vegerê bi êş bigere…

***


X X X

Guman-merem jî tev pûç derketin,

Riya welêt dîsa ber min kilît e,

Xûna şihîda arzan çû hey wax,

Dagerkira ra dîsa ma mifte.


Çima wa dibe? Ji çi ra ne qelpî,

Çima dewa me, ax, naçe sêrî,

Vî gelê mêrxas ruhê xwe jî da,

Kê tol derket û em man pişt dêrî.


Evî neyarê valayî, kîn ra,

Çima wa hêsa em têne rayê?

Bi lavaya tu derî venabin,

Bi xewnerojka azayî nayê.


Xwe nexapînin bi peyvên vala,

Dêmokirasî tu çare nîne,

Biratîya tevî gura û weşa,

Vireke evdê qelp-derewîn e.


Nerevin, neyên, neyêne cem min,

Vir cinet nîne, vir undabûn e,

Çiqas jî welat hebs be, cenime,

Dîsa ewe cîyê xilazbûna me.


Teyrê xerîb im, bê mal im, bê cî,

Îro li vir im, sibê cîkî din,

Li bin arîkê dinya bêçar da,

Ne hêvî maye, ne jî sebra min.


Ez riya digerim, ax, riya vegerê,

Veger min ra bûye him xwestin, him nêt,

Dinê da tu tişt ewqas xweş nîne

Çiqas vegera berbirî welêt…

***


AVÊN ME

Avên vira mîna avê cem me nînin,

Avên me ji dilê çîya tên-

Çevkanî ne, lêv şîrin in,

Laqirdçî ne, lez û dîn in,

Tev hev dibin, gelîyê kûr da

Diherikin,

Karxezal in, şewqê tînin,

Eşqê tînin, dilîlînin,

Dilevînin,

Xemil hêşînin,

Heta xemê kevir-kuçik,

Mêrg-çîmanê dora xwe jî

Direvînin…


Avên vira hemdê xwe ne-

Lez-bez nînin,

Kûr in, dû rin, tîl in, kîn in, gêjgerîn in,

Golgenî ne, zelal nînin, helal nînin,

Kubar nînin û sar nînin û har nînin,

Ser xwe keşyê weke çiya digerînin,

Kenerê xwe, qeraxê xwe naêşînin-

Bê amin in, bê hesîn in, hêdî-hêdî

Hildişînin, dimaşînin…


Avên vira mîna avên cem me nînin,

Kîn û rik in

Evdê mîna mine dilsax-

Paşla wan da unda dibin,

Dixeniqin…

***


DAYIKA MIN

Cawek hatîye ez dûr im,

Ne rê heye, ne guman,

Ji wê cawa dil bi êş,

Bûme warekî wêran. 


Teyax nekir dilê dê,

Dayka min ax, helya çû,

Bû keserek bê hêsir,

Şemaleke şewq, bê dû.


Li nav şeva mine reş,

Bû hine şewq-ronayî,

Bû steyrkek nûre geş

Vê xerîbîya bêxweyî.


Dayka min çû, bû zîyaret,

Bû Lalişek Nûranî,

Bû due’a, sond û berat,

Çengek axa batinî.


Ji Riataza hatiye girtin

***



Têbiniya Diyarnameyê: Ji bo 80 saliya Eskerê Boyîk me hêja dît ku vê nivîsê biweşînin. Em jî li ser navê malperê 80 saliya nivîskarê hêja Eskerê Boyîk pîroz dikin û hêviya gelek salên din ên bi sax û silametî dikin.

Di zimanê nivîsê de me hin destkarî kir, lê me dest nedaye helbestan.

Têbiniyeke din, wisa diyar e ku navên pirtûkên li vir hatine nivîsîn kêm in ji ber ku li Tirkiyeyê hin weşanxaneyên kurdan pirtûkên wî weşandin ku di nav vê lîsteyê de nîn in.


Parve Bike

Youtube Me

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news

M. Zahir Kayan qala helbesta xwe dike

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Nûçeya li ser "Fermandarê rêxistina Ahrur'uş Şarkkiye" bi ser ket

ad

Gotina Hefteyê: 'Ansîklopediya Edebiyatê çêkirin kurd têde tuneye'

ad

HDP'ê roja rojnamegerên kurd pîroz kir

ad

'Xanî û mîrasa wî ji bo roja îro' tê nîqaşkirin

ad

Ji bo kurdî 2 hezar kesî serî lê da

ad

Wan dê ligel Kasimpaşa Sporê bilîze

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor carek din tîmî teslîmê Mesut Bakkal dike

  • 16 02 2026
news

Ebdî: Xisûsiyeta herêmên kurdî heye, emê xwe bi rê ve bibin

  • 16 02 2026
news

Li kantona Cizîrê serdema duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir

  • 16 02 2026
news

Amedsporê hem pûan lîderî winda kir, hem jî teknîk dîrektor

  • 16 02 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname