Diyarname
Bi beşdariya gelek hunermendan şeva piştgiriyê ya ji bo Rojava tê li dar xistin.
Şeva ku wê roja 6'ê meha tîrmehê saet 17.00'an de li dar bikeve dê gelek hunermend beşdar bibin. Hunermend Xelîl Xemgîn, Peywan, Seyîdxan, Roj Alî, Zozan, Azad Feqê, Bengî Agirî, Azad Çawîş, Hekîm Sefkan û Hunermendên Herêma Bonnê (Koma Folklorê ya herêmî) hin ji wan hunermendan in ku dê di şevê de derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
Her wiha Endamê komîteya têkiliyan a Desteya Bilind û Nûnerên Partiyên rojavayê Kurdistanê jî dê derkevin ser dikê û peyamên xwe ragihînin.
Ji bo kesên eleqedar:
Adres: Roncalli Str. 20
53840 Troisdorf (Wilhems-Hutte)
İnfo: 0177 / 4482299
Dem: 06.07.2013
Saet: 17.00


