Diyarname
24 teknîk dîrektor ji bo kûpayê bigirin dê serê xwe biêşînin. Ji van hin berê ev kûpa girtine. Ji van didu di Kûpaya Cîhanê, yek jî di Kûpaya Euroyê de bi ser ketibû û kûpa biribûn welat. Niha ew dê bixwazin careke din serketinek li serketina xwe zêde bikin.
Vane ew teknîk dîrektor:
Îtalya:
Teknîk Dîrektor Roberto Mancini navdar e. Berê tîmên wekî Manchester City, Înter bi rê ve birine. Niha ewê ji bo ÎTalyayê serê xwe biêşîne. ÎTalya piştî ku di sala 2018'an de nekarî here Kûpaya Cîhanê biryar da û Mancini anî ser kar. ÎTalya di 10 maçên ligel Mancini de di hemaû baçan de bi ser ket û hat Euro 2020.
Belçîka:
Li Belçîkayê Roberto Mantinez heye. Wî berê tîmên Wigan, Everton bi rê ve birine. Teknîk dîrektorê spanyolî ev 5 sal in li ser kar e. Di her 10 maçên koman de jî bi ser ket û hat heta vir.
Portekîz:
Li Portekîzê Fernando Santos karê xwe didomîne. Santoz di Euro 2016'an de tîm kiribû şampiyon ku ev yekemîn şampiyoniya wî û ya welat bi xwe bû.
Fransa:
Li Fransayê Didier Deschamps heye. Wî di sala 2018'an de Kûpaya Cîhanê bir Fransayê. Deschamps ji sala 2012'Yan ve li ser kare. Di fînala Euro 2016'an de li hemberî Portekîzê têk çûbû.
Almanya:
Li Almanyayê Jochim Low ji sala 2006'an ve tîma alman bi rê ve dibe. Di Kûpaya Cîhanê ya 2014'an de kûpa biribû Almanyayê.
Spanya:
Li Spanyayê Luis Enrique heye. Enrique berê BArselona, Roma, Celta Vigo bi rê ve biribû lê yekemîn car li ser tîma neteweyî beşdarî tûrnûvayeke navneteweyî dibe.
Tirkiye:
Teknîk dîrektor Şenol Guneş e. Guneş berê di sala 2002'yan de di vê tûrnûvayê de bûbû sêyemîn. Ev serketina herî mezin a Tirkiyeyê û a Şenol Guneş bû.
Galler:
Li Wallesê teknîk dîrektor Robert Page li ser kar e. Piştî ku Ryan Giggs bi îdîaya "êrîşê du jinan kiriye" feredasyonê ew qewirand, cîgerê wî Page anîn ser kar.
Swîsre:
Li Swîsreyê teknîk dîrektor Vladimir Petkovic heye. Wî berê Sion û LAzio bi rê ve biribûn. Di sala 2014'an de hat ser kar, ev sêyemîn tûrnûvaya wî ya Euroyê ye.
Danîmarka:
Li Danîmarkayê Kasper Hjulmand heye. Ew par havînê hat ser kar, heta niha di 10 maçan de bi 7 serketin, du têkçûn û wekheviyek li Euro 2020'î ye.
Fînlandiya
Li Fînlandiya Markku Kanerva heye. Finlandiya di dîroka xwe de yekemîn car dikare here vê tûrnûvayê û ev yek bi xêra Kanerva çêbû.
Rusya:
Li Rusyayê Stanislav Cherchesov heye.
Hollanda:
Li Hollandayê Frank De Boer heye. Boer berê tîmên wekî Ajaks, Inter, Crystal Palace, Anlanta United bi rê ve birine.
Ûkrayna:
Teknîk Dîrektor Andriy Shevchenko ji sala 2016'an dv etîmê bi rê vedibe. Ew wekî teknîk dîrektor yekem car dê beşdarî tûrnûvayeke navneteweyî bibe.
Avusturya:
Li Avusturyayê Franco Foda heye ku ji sala 2017'an de ve li ser kar e.
Makedonyaya Bakur:
Igor Angelevski ji sala 2015'an ve Makedonyaya Bakur bi rê ve dibe. Makedonyaya Bakur di dîroka xwe de yekemîn car beşdarî vê tûrnûvayê dibe.
Îngilistan:
Li Îngilistanê Gareth Southgate heye. Ew di sala 2016'an de hat ser kar. Di tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de bû çaremîn.
Hirvatistan:
Li Hirvatistanê Zlatko Dalic heye.
Skoçya:
Li Skoçyayê Steve Clarke heye. Wî berê tîmên mezin ên wekî Chelsea û Liverpool bi rê ve biribûn.
Çekya:
Li Çekyayê Jaroslav Silhavy heye.
Swêd:
Li Swêdê Janne Andersson heye ku ji sala 2016'an ve li ser kar e. Di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de tîma xwe derxist çarîk fînalê.
fînalê de
Polonya:
Li Polonyayê Paulo Sosa heye.
Slovakya:
Li Slovakyayê Stefan Tarkovic li ser kar e.
Macaristan:
Li Macaristanê Marco Rossi ji sala 2018'an ve li ser kar e.