Diyarname
Ji 6'ê meha pêşiya me wêdetir li gelek cihan ji bo kesên derzî li xwe nedane testa PCR bûye mecbûrî. Ev der ku der in?
Li Tirkiyeyê biryar hat dayîn ku kesên derzî li xwe nedane piştî 6'ê mehê nekarin herin li cihên hemû gel diçe, lê ger biçin jî testa PCR nîşan bidin.
Li gor biryarê salonên sînemayê, konser, salonên şanoyê ji bo kesên derzî li xwe nedane girtî ne. Kesên bixwazin herin van deran ger derzî li xwe nedane bin mecbûr in testa negatîf a PCR'ê nîşan bidin.
Ji bilî vê ev kes ger siwarê otobus, trên an balafirê bin jî mecbûr in PCR'ê nîşan bidin.
Li Tirkiyeyê heta niha sedî 73 kesî derziyeke li xwe daye, sedî 55.5 du doz derzî li xwe dane.
Yên ku derzî li xwe nedabin an dê nikaribin herin van deran an jî dê mecbûrî testa PCR çêbikin û nîşan bidin.


