Diyarname
Li ser wefata Mihri Belli, Hevserokê BDP'ê Hamit Geylanî û Filiz Koçali daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: Me hevrêyê xwe yê hêja winda kir.
Di daxuyaniyê de qala pêşengiya wî ya ji bo tevgera sosyalîst a TirkiyeYê hate kirin û hate gotin ku ew xwedî têkoşîneke enternasyonalîst bû, ji bo biratiya gelan têkoşîneke bi rûmet daye û her wiha ew her gav li cem têkoşîna mafdar a gelê kurd cihê xwe girt.
Hevserokên BDP'ê di daxuyaniyê de gotin ku dê ala wî ya têkoşînê tu demê nekeve erdê û dê bîranîna wî di têkoşîna me de bijî.
***
Nûçeya eleqedar:


