Diyarname
Derket holê ku hemşîreyeke ji dêvla derziya Covid19'an ava şor enjekteyî 8 hezar kesî kiriye.
Bûyer li aliyê bakurê Almanyayê li Frieslandê çêbûye. Hat gotin ku hemşîreyeke wekî ku vaccineyê (derziya koronayê) li mirovan bide, ava şor enjekteyê bi tam temamî 8 hezar û 600 kesî kiriye.
Li herêma Frieslandê vê biharê di mehên adar û avrêlê de bûyer çêbûye. Sven Ambrosy endamê mecliseke herêmî ye, gotiye ku li ser vê bûyerê em şoq bûn.
Rayedarekî polîsan gotiye ku ew nizanin hemşîreyê çima tiştek wisa kiriye. Li ser hemşîre hatiye tewqîfkirin an na jî tu agahî nehatiye belavkirin.
Li Almanyayê heta niha 95,3 mîlyon doz derzî li mirovan dane ku ev dike sedî 55,2'ê serjimariya li Almanyayê.