Bêrîtan ZAGROS / ROJNEWS
Sekreterê Encûmena Serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd, ji bo çareserkirina pirsgirêkên partiyê yên navxweyî yên nava YNK'ê sê rêbazên çareseriyê pêşkêş kirin. Eseserd di daxwaznameya ku pêşkêşê rêveberiya partiyê kiriye de, gotiye divê medyaya fermî ya YNK’ê xwe ji rojevkirina pirsgirêkên navxweyî ya YNK’ê dûr bigire, hêza leşkerî di çareserkirina pirgirêkên navxweyî de neyê bikaranîn û civîneke awarte were çêkirin, çareseriya guncav di civînê de were destgirin.
Sekreterê Encûmena Serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd, daxwaznameyek pêşkêşê hevserokên YNK’ê, Mekteba Siyasî û Karîgerî Mekteba Siyasî kirin.
Eseserd di nivîsê de gotiye ku pirsgirêk gihîştiye astekî metirsîdar û nabe ji vêya zêdetir pêşde biçe.
Şeva din Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî, peyamek belav kir û diyar kir, rêveberiya YNK’ê jê daxwaz kiriye ku welat terk bike. Şêx Cengî eşkere kir ku ew vê daxwaza wan red kiriye û amadeye li dijî her serdehatinekî bisekine.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Biryara binçavkirina Lahur Şêx Cengî hat girtin
-


