Diyarname
Ligel Hevşaredarê Qersê yê HDP'yî Ayhan Bilgen bi dehan HDP'yî hefteyeke berê hatin binçavkirin û îro li bendê ne ku wan derxin pêş dadger. Nava rojê ji ser hesabê Hevşeredarê Qersê Ayhan Bilgen re daxuyaniya Bilgen hate belavkirin.
Di daxuyaniyê de Bilgen dibêje, "Temenê min ê ez lîstika demokrasiyê bilîzim derbas bûye. Rewşa Tirkiyeyê ne ew rewş e lîstikan bilîze. Ez destûrê nadim bi binçavkirinên li gor dilê hinan dest bidin ser vîna bajêr."
Bilgen diyar kir ku dixwazin bila min tewqîf bikin, dixwazin berdin û ev yek lê zêde kiriye: "Heta binçavkirina min bidome ger hê kayûm nehatibe tayînkirin ez dê ji Serokatiya Şaredariyê îstîfa bikim. Qers ew bajar e dikare xwe bi rê ve bibe. Meclisa Şaredariyê ku ev sal û nîv e kariye bi hev re biryaran bide 5 partiyên li meclisê dikarin rêveberiyeke nû ava bikin. Ji ber ku her kes di hilbijartinê de bûye berendamê birêvebirina bajêr niha divê kes ji peywirê xwe dûr negire. Ev ne destjêberdana mewziyê ye; berevajî wekî me di kampanyaya hilbijartinê de got ev bi hev re birêvebirina ezmûna demokrasiyê ye. Ger ez bêm girtin ezê pirtûka xwe ya 3'yemîn binivîsim, ger bêm berdan ezê li ser xebatên koperatîfê bixebitim ku ev ji peywira Şeradirayê ne bêqîmetir e. Ez sipasiya hemû hemşeriyên me, di serî de hemû xebatkarên şaredariyê, sipasiya her kesî dikim. Ger li Qersê bi Şaredareke jin xebat bidome ne tenê siyasî, ji aliyê civakî ve jî dê gavên baş bêne avêtin. Divê tu tişt ne wekî berê be."