Diyarname
Kovara Tîrojê hejmara xwe ya nû derxist. Di vê hejmarê de Prof. Celîl, Reşîd û Nadirov qala kurdên Sovyetê dikin.
Hejmara adar û avrêl a Tîrojê derket. Di hejmara nû ya 55'an de Tîrojê dosyaya xwe li ser meseleya girtina li ser navê KCK'ê amade kiriye. Di dosyaya ku bi sernavê "Sendroma KCK'ê" hatiye amadekirin de Nurettin Firat, Çağdaş Kaplan, Cengiz Çiçek, Huseyin Deniz bi nivîsên xwe yên ku ji girtîgehê şandine ku ew di heman demê de ji "Doza KCK'ê" hatine girtin. Her wiha Ragip Duran û Fatih Polat bi nivîsên xwe beşdarî dosyayê bûne û bi mebûsê BDP'ê yê Amedê Altan Tan re jî li ser meseleyê hevpeyvîneke hatiye kirin. Di dosyayê de Deniz dibêje "Em wekî cureyeke dîlan in", Firat jî şibandineke wisa kiriye: "Rosenbergên girtî yên Tirkiyeyê."
Di vê hejmara Tîrojê de du hevpeyvînên ku balê dikişînin jî bi kurdên Sovyetê re ne. Ji van hevpeyvînan yek jê bi Prof. Dr. Celîlê Celîl re ye ku nivîskarê me Çiya Mazî kiriye. Di hevpeyvîna ku beşa wê ya yekemîn hejmara borî de hatibû weşandin, di vê hejmarê de beşa dawî hatiye weşandin. Celîl di vê hevpeyvînê de li ser ermeniyên Dêrsimê, dîroka kurdan wekî Kela Dimdimê, serhildana Bedirxan, çûna xwe ya Sûriyê sekiniye.
Di hevpeyvîna din a li ser kurdên Sovyetê de jî Prof. Nadir Nadirov axiviye. Di hevpeyvîna ku Salihê Kevirbirî pêre kiriye de Nadirov ji gelek aliyan ve li ser kurdên Sovyetê disekine û qala sirgûna kurdan a sala 1937'an de dike.
Lorîn S. Dogan jî bi Tosinê Reşîd de li ser kurdên Sovyetê û wêjeyê hevpeyvîn kiriye. Nivîskar Tosinê Reşîd jî li ser kurdên Sovyetê û sirgûniyan dike. Reşîd pesnên Sovyetê û xebatên ji bo kurdan dike heta sala 1937'an û jê pêve wisa dibêje: "Salên 1937-38’an di dîroka gelên Yekîtiya Sovyetê de saline reş bûn. Bi gelên Sovyetê mayî re tevayî, kurd jî rû bi rûyî zilm û zoreke mezin bûn; beşekî kurd hatin sirgûn kirin. Di salên 1937-38’an de ji aliye hikumeta Stalîn ve gelek tişt hatin girtin; radyo, rojnameya “Riya Teze”, Koleja Perwerdehiyê hatin girtin, çapkirina kitêban rawestiya." Di van hevpeyvînan de gelek kîteyên li ser wan salan ên erênî û neyînî têne dîtin.
Ji nivîsên kovarê Zana Farqînî bi nivîsa "Ne înkara rastiyê dibe ne jî xwarina heq" bersiva Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç dide. Pakrat Estukyan jî li ser ermeniyan Dêrsimê nivîs nivîsandiye.
Her wiha ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê helbesta Cîgerxwîn a bi navê "8'ê Adarê" jî hatiye weşandin.
Her wiha Sezai Sarioglu, Elif Ergezen, Suncem Koçer, Ferzan Şêr, Hakki Ozdal, Cevriye Aydin, Pelda Bal, Veysel Otunç, Cuma Boynukara, Serpil İlgun, Omer Uluçay, Vedat Çetin, Ali Kenanoglu, Kejê Bêmal, Bariş Avşar bi nivîsên xwe, Muhsin Atak, Sidîq Gorîcan û Yusuf Dere jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


