Diyarname
Çapemeniya tirk ku bûyera kuştina Denîz Poyraz a HDP'yî wekî "pevçûna çekdarî" weşand û mesele berevajî kir.
Li HDP'ya Îzmîrê piştî kuştina Deniz Poyraz a HDP'yî çapemeniya tirk bûyer berevajî kir. Ji çapemeniyê Yenî Şafak, Takvîm, Gerçek Gundem, Mîllî Gazete, F5Haber, Duruş Haber, Dîrîlîş Postasi êrîşa li ser HDP'ê û kuştina Deniz Poyrazê wekî "Li avahiya HDP'ya Îzmîrê pevçûna çekdarî çêbû" belav kir. Ji wan Milliyet û Sabah bi gotina "Ji avahiya HDP'Ya Îzmîrê dengê çekan hat, kesek mir" nûçe belav kir.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Mithat Sancar: Civîna me hebû, qetlîam hatiye plankirin
- Agahiyên berfireh li ser kuştina Deniz Poyraz