logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve
  2. Em 'Kurdekî Sade û Xwende' nas bikin
  3. Baroyê got, 'Emê kuştina Dilan Karamanê bişopînin'
  4. Festîvala Sûc û Cezayê dest pê kir
  5. Barzanî hat Cizîrê
news-details

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

  • Dîrok: 28/11/2025
  • Beş: Serbest


___Brahîmê Alûcî___


Di hemû nivîsên Fanon de, mijareke herî sereke û bingehîn heye: Rûpoş (Maske), di kitêba xwe ya yeke de "Çerma Reş, Maskeyên Spî" ev mask ne tenê metaforek e. Ev rastiya jiyana mirovên di bin kolonîyalîzmê de ye.

Maske çi ye? Di wateya bingehîn de, maske heyber û tiştek e ku mirov li rûyê xwe dipêçe da ku hebûn û xwebûna xwe ya resen veşêre, da ku ‘xwe’ wekî yê-din xuya bike. Di mîhrîcanan de, di şanoyan de, vê maskê bi kar tîne. Lê Fanon behsa rûpoş û maskeyên derûnî dike - ew maskeyên ku mirov ne bi destê xwe dide ser rûyê xwe, lêbelê ewên ku pergala civakî didin ser rûyê wî ku mirov carinan bi xwe jî bi destê xwe wan li rûyê xwe dipêçe ji ber ku rêyek din ji wî/wê re namîne/nahêlin.

Cureyên Maskeyên ku di Konteksta Kolonyal de

Maskeyên spî yên ku reşik li xwe dike ev in:

Maska Zimanî: Dema reşik dest pê dike bi zimanê kolonîyalîst bipeyive, ew hewl dide ku devoka xwe ya reş veşêre ku wekî spiyan bipeyive. Ziman, ne tenê amûrek ragihandinê ye - ew sembola nasnameya civakî ye, nîşaneya xwebûn û takekesîbûnê ye.

Maska Çandê: Dema reşik dest pê dike ku çanda xwe înkar bike û çanda spî li xwebûna xwe bar bike, hebûn û xwebûna xwe ya resen înkar dike. Ev ji gotinên xwarin û vexwarinê dest pê dike, rizgar dibe berbi bi muzîk û huner, digihîje nirxên bingehîn û awayên hemû jiyanê.

Maska Nirxan: Dema reşik dest pê dike ku bi nirxên spî li xwe binêre, hebûn û xwebûna xwe bi pîvanên wan bipîve. Bedewiya li gorî standardên spî tê pîvandin, zanîn li gorî perwerdehiya spî tê qebûl kirin, serkeftina li gorî berjewendiyên aboriya spî tê pejirandin.

Maska Tevger û Reftarê: Dema reşik hewl dide ku wekî spiyan bi cil û berg be, wekî wan bi tevger û reftar be, wekî wan xuya bike. Ev ji awayê meşînê dest pê dike, rizgar dibe bi awayê axaftinê, digihîje awayê hemû jiyanê.

Derûnnasiya Maskekirinê

Ev her rûpoş û maske nin, lewre ew ne mirovên resen ên reşik in - ew reşikên ku hewl didin xwe wekî wan xuya bikin. Çima reşik van maskan li rûyê xwe dipêçin? Ji ber ku ew dixwazin werin qebûl kirin, dixwazin werin dîtin wekî ‘mirov’, dixwaze cihek wî/wê di civakê de hebe. Ew dizane ku wekî reşik, bi çermê xwe yê reş, bi çanda xwe ya reş, ew nayê qebûl kirin. Loma ew hewl dide ku xwe wekî spî xuya bike, da ku belkî wê demê ew were qebûl kirin.

Lê ev stratejî qet bi kêr û kar nake. Lewre her çiqas rûpoş û maske baş û şayik be jî her çiqas reşik hewl bide jî ‘xwe’ bi rengê spî bixemilîne, ew her reşik dimîne. Çermê wî her reş e û vê rewş û derûnê her kes dibîne. Loma maske û rûyê resen her ji hev cuda û xuya ne - û ev nakokî û kontradîksiyonek (contradiction) e ku her tê hestkirin. Spî dibîne ku ev reşik hewl dide ku bibe wekî wan, lê nikare. Ev rewş û derûn carinan bi şermezarî tê dîtin, carinan bi acizî, carinan bi heram û heqîrî. Reşik jî ‘xwe’ wekî hîlekar û sextekar (impostor) hest dike, wekî takekesê ku hewl dide ku bibe ew (yê-din) ê ku li holê nîne.

Di vê derûn û rewşê de, reşik ne xwe ye, ne jî spî ye. Ew di navbeyniyê de ye, di rewşeke ne-resenbûnê (inauthenticity) de ye. Ew ezî(ego) û xwebûneke sexte (false self) ye ku Winnicott behsa wê dike. Ezî û xwebûneke ku ji bo berevanî û parastina yê-din, ji bo wekhevbûna bi tewawên derveyî hatiye ava kirin, bi xwebûn û eziya resen, bi arezû û xwestinên hundir re ti têkiliya wî/wê tune ye.

Maskeyên ku di Konteksta Kurdî/an de

Li Kurdistanê jî em van maskeyan dibînin, lê bi şêwe, form û navên cuda:

Maska Zimanî: Kurdê ku bi tirkî, erebî, farisî re mezin bûye û niha bi van zimanan baştir ji kurdî dixwînin, dinivîsin û dipeyîvin. Ew di civakê de bi van zimanan dipeyivin, lê dema dikeve malê, bi kurdiya xwe ya şikestî, ya bi peyvên tirkî/erebî/farisî bi hev re têkel, dipeyive. Ew ne bi tevahî li vir e, ne jî bi tevahî li wir e. Ew di navbera du zimanan, du çandan, du nasnameyan de şaş û paş û reş dibe.

Maska Nasnameya Fermî: Kurdê ku di belgeyên fermî de wekî Tirk, Ereb û Farisî hatiye tomarkirin. Navê wî hatiye guhertin - Azad bûye Özgür, Hogir bûye Ahmed, Baran bûye Bambad. Ew di derveyî malê de bi vî navê fermî tê binav kirin, lê di malê de bi navê xwe yê kurdî. Ew du nasname heye - yek fermî ya sexte, yek rastî (resen) ya veşartî.

Maska Geşedanê: Kurdê ku dibêje "em divê nûjen bibin, em divê wekî Ewropiyan bibin, em divê xwe pêş bixin." Lê ev geşedan di wateya înkara çanda xwe, înkara dîroka xwe, înkara awayê jiyana xwe de ye. Ew wisa bawer dike ku her tiştê kevn şaş e, her tiştê nû rast e. Ev ne pêşketin û geşedan e - ev cudabûn û biyanîbûna çandî (cultural alienation) ye.

Maska Qurbanîtiyê: Kurdê ku her tişt li ser qurbanbûna xwe dihesibîne. Ew her dibêje "em qurban in, em bindest in, hemû kes li dijî me ne." Ev wekî xwe-zanîn xuya dike, lê di rastiyê de ev rûpoş û maske ye ku bi wê re mirov berpirsiyariyê ji xwe davêje yê-din, bi wê re mirov ‘xwe’ wekî heyber û qurbanê pasîf (passive victim) dibîne, ne wekî kirde û aktor ku dikare tevbigere û tiştên biguhezîne.

Maska Lehengparêziyê: Kurdê ku her tiştî li ser şer, çek, egîdî û qeheremanan dihesibîne. Ew lehengên dîrokî cuda dike, wan dike mînak, wan dike sembol. Lê ev carinan dibe leşkerkirina çandê (militarization of culture) ku tê de her nirx, her cure huner, her cure jiyan li gorî matiq û logîka şer tê xemilandin. Ev jî rûpoş û maske ye, lewre jiyan ne tenê şer e - jiyan huner e, stranbêjî ye, evin e, eşq e, zarok mezinkirin e, bi hev re jiyan e û hwd.

Rêya avêtina Rûpoş û Maskeyan

Fanon dibêje ku ji bo azadiya rastîn, divê mirov maskeyên ku li xwebûna xwe pêçaye bavêje û ji rûyê xwe derxîne. Divê mirov ji vê rewş û derûnê rawestîne hewl bide ku bibe yê-din, divê mirov dest pê bike ku bi xwebûna xwe û xwe bi xwe re li rûreşiya rûpoşê binêre, xwe bi xwe re hebûn û xwebûna xwe qebûl bike. Ev ne kareke hêsan e - ev pir zehmet e, êşdar e. Lewre rûpoş û maskeyên serdestan ewlehî û parastineke derewîn dide mirov, û pê dilniyayî dibe. Dema mirov maskê ji rûyê derdixîne, ew bi xwebûna xwe re rû bi rû tê, bi lawaziyên xwe, bi tirsên xwe, bi windakirinên xwe û hwd.

Fanon dibêje ku tenê bi vî rengî û awayî mirov dikare ‘xwe’ ferq bike, dikare rastî û resenbûna (authenticity) xwe bibîne. Tenê dema mirov ku li hemberî spîbûnê hewl bide, mirov dikare bi rastî bibe reşikê resen - û ev reşbûn ne kêmbûn e, lê cudabûn e, mirovbûn e, xwebûn e. Kurd jî tenê dema li hemberî vê rewşa Tirkbûn, Erebbûn û Farisbûn rawestin û hewl bidin bi rastî bibin kurdên rastîn û resen – dê têbigihêjin ku ev kurdbûn ne kêmbûn e, lê nasnameyeke bi nirx e, çandeke zengîn e, dîrokeke dêrîn e, zimaneke geş û xweş e.

Hişmendî û Hişyariya Dîrokî

Lê divê em bi hişyarî li vir rawestin: Fanon ne dibêje ku divê mirov vegere dîroka berê, vegere çanda kevneşopî an jî her tiştê nû înkar bike. Ew vegerek ber bi resenbûna hov û seretayî (return to primitive authenticity) naxweze. Ew dizane ku ev jî ne mimkun e, ne jî xweş e. Lewre çand her vediguhere, her di veguhestinê de ye. Nasname ne tiştek a westar û sabît e - ew pêvajo ye, ew têkilî ye, ew di veguheztinê de ye.

A ku Fanon dixwaze ev e: Nasnameyeke azad, nasnameyeke ku ne ji tirsa înkarê ve hatiye ava kirin, nasnameyeke ku mirov bi azadî û bi hişmendî hildibijêre, nasnameyeke ku di nav têkiliya wekhev de bi nasnameyan yê-din re ye. Kurdek ku bi dilê xwe kurd e, ne ji ber ku ew nikare bibe tiştê din, lê ji ber ku ew dixwaze kurd be. Kurdek ku zimanê xwe dipesîne, ne ji ber ku ew zimanên din nebe, lê ji ber ku ew zimanê xwe hez dike. Kurdek ku bi çanda xwe dijî lê her di heman demê de ji çandên din jî fêr dibe, bi wan re veguhêrbare dike, bi wan re hevkar dibe.

Çareseriya Hevpar

Fanon di kitêba xwe ya bi navê Nefretiyên li ser Rûyê Erdê de behsa azad û serbestkirinê (decolonization) dike - azadkirina ji kolonîyalîzmê. Lê ew vê pir bi zelalî vedibêje ku ev ne tenê veguheztina desthilatdariya siyasî ye. Ew dinivîse ku: "Azadkirina ‘xwe’ veşartinê, ne jî yekbûnek a hêsan bi hev re ye. Azadkirin veguheztina tevahî ye ya ku rêz û hirmetê dide mirovan e."

Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku kolonîyalîzm ne tenê pergaleke siyasî ye ku dewleteke biyanî li ser welateke din desthilat dike. Kolonîyalîzm pergaleke tevger û reftarî ye ku her warê jiyanê vediguherîne - siyaset, aborî, çand, ziman, perwerde, têkiliyên civakî, xwebûn û eziya takekesane. Loma azadbûna ji kolonîyalîzmê jî divê veguhestinek a tevger û reftarî be ku her van waran vediguherîne.

Ev ne karekî hêsan e û ne kareke ku di rojekê, salekê de biqedi. Fanon gelek baş dizanî ku her çend kolonîyalîst were derxistin jî struktûrên ku wan ava kirine dimînin - di qanûnan de, di saziyan de, di pergala perwerdehiyê de, di aboriyê de. Lê zêdetir jî ew di derûn û zihniyeta mirovan de dimînin, bi awayê ku mirov jê guman û fikaran dikin, di nirxên ku mirov bi xwe re dibin.

Fanon mînakan ji welatên Afrîqan dide ku di salên 1950-60an de azad û serbest bûn. Ew dibîne ku gelek ji van welatan piştî serbestî û azadiyê ketin bin desthilatdariyên nû yên navxweyî (hundirîn) ku ji gelek aliyan ve wekî kolonîyalîstan kar dikirin - bêdemokrasî, bi darê zorê, bi înkara gelên cuda, bi pergala aborî ya heman rengî. Fanon ji vê yekê gelek rageş û nîgeran bû. Ew dibêje ku kêşe û pirsgirêk ne tenê derketina kolonîyalîstan e - problem ev e ku struktûrên kolonyal di cihê xwe de dimînin û kesên nû yên ku dikevîne desthilatê van struktûran bi kar tînin.

Loma Fanon pir girîngiyê dide ser azadkirina tevger û reftarî. Ev pêdivî bi çend aliyan heye:

Di warê siyasî de: Ne bes e ku rêveberî vebiguhêze. Divê pergala demokratîk were ava kirin ku tê de gel bi rastî di biryaran de beşdar bibe. Divê zelalî hebe, divê berpirsiyarî hebe, divê desthilatdariya bilindbûnê were şikandin. Fanon hişyar dike ku carinan sermiyanî û burjûwaziya netewî (national bourgeoisie) desthilatê ji kolonîyalîstan distîne, lê tenê ji bo berjewendiyên xwe, ne ji bo gel. Ev ne azadî ye - ev veguherandina forma desthilatdariyê ye.

Di warê aborî de: Ne bes e ku serdestiya li ser serçaveyên xwe bigirin. Divê pergaleke aborî were avakin ku ji bo hemû mirovan xizmetê dike, ne tenê ji bo qateke mezin. Fanon bal dikşîne ser vê xalê ku kolonîyalîzm ne tenê desthilatdariya siyasî ye - ew îstîsmar û kedxwariya aborî (economic exploitation) jî ye. Loma azadiya rastîn pêdivî bi veguheztina pergala aborî jî heye, da ku serwet bi adil were dabeş kirin, da ku her takekes derfeta jiyaneke bi rêz û rûmet hebe.

Di warê çandî de: Divê çand were parastin û pêşxistin, lê ne bi awayê muzeyîzekirinê. Fanon hişyar dike li dijî vegerê ber bi dîroka berê wekî ku ew sedsala zêrîn (golden age) be. Ew dibêje ku çand her di veguheztinê de ye û divê çanda azad çandeke jîndar be, çandeke ku bi jiyana îro ve girêdayî ye, çandeke ku ji çandên din jî fêr dibe lê xwebûna xwe diparêze.

Di warê zimanî de: Divê zimanê dayikê were parastin û bikar anîn - ne tenê li malê lê di hemû warên jiyanê de. Di dibistanê, di zanîngehê, di dewletê, di zanistê, di hunerê de. Lewre ziman ne tenê amûr e - ziman awayê raman û fikirînê ye, awayê li cîhanê mêze kirinê ye. Dema mirov bi zimanê xwe hîn dibe, ew bi awayekî cuda fêr dibe, ew têkiliyeke cuda bi zanînê ve dike.

Di warê perwerdehiyê de: Divê pergala perwerdehiyê ji nû ve were afirandin. Ne bes e ku zimanê dersê vebiguhêze - divê naverok jî vebiguhêze. Divê zarok dîroka xwe hîn bibe, ne dîroka kolonîyalîstan. Divê zarok fêr bibe ku birame, pirsan bike, ne ku tenê fermanberek bihêne. Divê perwerde ji bo jiyanê be, ne ji bo pergala ku mirov tê de ne.

Di warê derûnî de: Lê ya herî girîng, divê azadkirina zihnê (decolonization of the mind) bibe. Ev ew aliyê ye ku Fanon herî zêde li ser disekine û ew aliyê ye ku herî zor û zehmet e. Lewre kolonîyalîzm ne tenê li derxweyî (derveyî) ye - ew navxweyî ye ango ketiye hundirê mirovan, bûye beşek ji awayê ku ew xwe dibînin, xwe hest dikin, bi hev re têdikoşin.

Pêvajoyeke Demdirêj, Azadkirina Derûnî û Giyanî

Mirovên ku bi salan di bin nîrê kolonyalîzmê û bindestkirinê de dijîye ku bi salan dibihîze ku ew kêm e ku ew paşkewtî ye ku ew ne tişt e - ev mirov nikare bi hêsanî ji van baweriyan rizgar û azad bibe. Ev bawerî ketiye kûrahiya çerm, hestî û eziyê, bûne beşek ji avahiya derûnî (psychic structure). Loma azadkirina derûn û zihnê pêvajoyek demdirêj e, pêvajoyeke êşdar e, pêvajoyek ku pêdivî bi xebata hundirîn, bi xwe-fêrkirin, bi xwe-veguhestinê heye.

Fanon dibêje ku ev veguhestina navxweyî (hundirîn) ne kareke takekesane tenê ye - ev kareke hevpar (kolektif) e. Gel bi hev re divê ji vê trawmaya hevpar rizgar bibe, bi hev re divê xwebûn û eziya hevpar ji nû ve ava bike. Ev pêdivî bi cihên axaftinê (space of speech) heye - bi cihên ku tê de mirov dikare bipeyive, dikare li trawmayên xwe vegêre, dikare hestên xwe parve bike. Ev pêdivî bi rîtuêlên hevpar heye ku bi wan re gel dikare êş û hêviyên xwe der bike. Ev pêdivî bi huner, wêje, mûzîk heye ku bi wan re gel dikare xwe bibîne û xwe bi awayên nû der û îfade bike.

Li Kurdistanê, em hîna ne di nêviya vê rêyê de ne. Em ji gelek aliyan ve hîna di bin kolonîyalîzmê de ne - Bakur, Rojhilat, beşên mezin ên Başûr. Rojava hewleke azadkirinê dest pê kir, lê di bin tehdîtan û dijwartiyan de ye. Lê her li ku em (xwe) bin, pêvajoya azadkirina derûn û zihnê divê dest pê bike, divê berdewam bike.

Em dibînin ku di nav nifşa nû de tiştek vediguhere. Ciwanên kurd êdî ne wekî dêûbavên xwe ne. Ew êdî bi zimanê xwe serbilind in, ew bi çanda xwe serbilind in, ew ji kurdîtiya xwe hez dikin. Ew bi înternetê ji gelên din ên cîhanê re têkilî datînin, ew hunerên cuda fêr dibin, ew fikir û ramanên nû parve dikin. Ew naxwazin maskeyên xelkê li xwe bikin - ew dixwazin bi xwebûna xwe hebin.

Lêbelê hîna rêyek dûdirêj li pêş me ye. Lewre hundirînekirina zilmê ango navxweyîkirina bindestiyê (internalized oppression) kûr e, di kûrahiya civakê de ye. Hîna kurd hene ku ji kurdîtiya xwe fedî dikin. Hîna kurd hene ku bi kurdî nizanin û jê dicahmisin ku fêr bibin. Hîna di nav me de êl û eşîrtî (trîbalîzm) heye, baviktî û patriyarkalîzm heye, pereştina serokan heye, dijberiya di navbera partiyan de heye ku ji bo berjewendiyên xwe gelê xwe bindest dihêlin/dikin.

Wateya Rastîn a Resenî û Azadiyê

Azadiya rastîn ev e ku zarokên me di dibistanên xweş de bixwînin ku nexweşiyên xwe di nexweşxaneyên bi kalîte de derman bikin ku pîr û kalî di rewşeke bi rêz û rûmet de bijîn ku ciwan karên baş bibînin ku bi wê re jiyanê bikin ku jin azad bin û bi tevahiya şiyan û tawanayên xwe beşdarî civakê bibin ku mirov ji hebûn û xwebûna xwe re bifikire û bi azadî ramanên xwe der û îfade bike ku gel di aştiyê de bijî û ji jiyanê şad û kêfxweş bibe.

Di dawiya kitêba Nefretiyên li ser Rûyê Erdê de, Fanon xewna xwe nîşan dide - xewna mirovê nû (new human). Ev ne tenê ji bo Afrîqa ye, lê ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Fanon dibêje ku kolonîyalîzm ne tenê kolonîzekiriyan pîs û xerab kiriye, lê kolonîyalîst jî pîs û xerab kiriye. Ew dinivîse: "Ewropa di wateya giştî de hat afirandin. Divê em ji vê Ewropayê dûr bikevin... Divê em hewl bidin ku mirovek û ramaneke nû bibînin."

Ev tê çi wateyê? Fanon dibêje ku kolonîyalîzm ne tenê zirar daye hêlekê -her dualîyan jî zirar dîtiye. Kolonîyalîst ku bindestî dike, ew xwe jî vediguherîne - ew dibe îşkencekar, ew mirovatiyê winda dike, ew şikestin, qirêt û şêwana exleqî (moral deformation) dibîne. Gelek alî hene ku piştî ku ji şer vedigerin, ew nikarin bi jiyana xwezayî bidin û bistînin - ew xewnên kuştinê dibînin, rojên wan li wan diherime û xwe wekî heywanan dibînin. Şidet ne tenê li yê ku şidet tê de-kirin bandorê dike - ew li yê ku şidet dike jî bandorê dike.

Loma Fanon dibêje ku azadiya rastîn û resen ne tenê azadiya kolonîzekirî ye - ew azadiya tevahiya mirovahiyê ye ji vê pergala şidetê, ji vê pergala înkarê, ji vê pergala bindestkirinê. Divê pergaleke nû were afirandin ku tê de hemû mirov wekî mirov tên dîtin ku tê de cudatî ne wekî dijminatiyê lê wekî zengînî ne ku tê de mirov nikare li mirov zilmê bike û miemela bindestan bi wan bike.

Fanon dixwaza mirovekî nû çêbike ku ne wekî mirovê Ewropî ye - ku li ser şoreşgera pîşesazî, li ser kedxwarî, li ser domînasyonê hatiye ava kirin. Lê mirovek ku bi nirxên cuda dijî - bi hevkarî, bi piştgirîya hevdu, bi rêzgirtina ji jiyan û sirûdê. Mirovek ku ne ji dîroka xwe şerm dike lê ji wê fêr dibe. Mirovek ku ne dixwaze dinyayê bindest bike lê bi wê re di hevparî û hevkêşeyê de bijî.

Ji bo gelê kurd jî ev xewnek girîng e. Kurd divê bibe kurdekî/ê nû - ne kurdê berê ku di bin zilm û bindestkirin de bû, ne jî kurdê ku dixwaze wekî zilmkarên xwe bibe. Kurdeke nû ku:

Ji trawmayên dîrokî fêr bûye lê ji wan rizgar bûye: Ku êş û kerba berê di dilê xwe de nahêle lê ji wan hêz bistîne da ku dahatûyeke baştir ava bike. Kurdek ku dîrokê dizane lê di dîrokê de winda nabe ku li siberoja xwe dinêre ne tenê li paş.

Bi zimanê xwe serbilind e, bi çanda xwe serbilind e: Lê her di diyalogê de ye bi çand û zimanên din re. Kurdek ku nizane ku kurdîtiya wî bi înkara yên-din tê piştrast kirin, lê bi xwebûna wî tê piştrast kirin. Kurdek ku dikare bi kurdî û bi gelek zimanên din jî bipeyive, bifikire, bixebite.

Ji patriyarkalîzmê azad bûye: Ku jin û mêran wekhev dibîne û dizane ku civakek tenê bi nîvê xwe nikare were ava kirin. Kurdek ku dizane ku hêza rastîn ne tenê di çekan de ye lê di jiyana civakê de ye, di huner û zanist û perwerdehiyê de ye.

Ji êl û eşîtiyê (trîbalîzm) azad bûye: Ku hemû kurdên wekî beşên heman gel dibîne, ne girêkên cudatiyên lê wekî zengîniyê dibîne.

Ji kûlta serokbûnê azad bûye: Ku dizane ku yek takekes nikare her tiştî bizane, yek takekes nikare her tiştî bike. Kurdek ku wisa bawer dike bi pergala demokratîk, bi înstîtûsyonan, bi biryarên hevpar, ne bi fermanên ji jorê.

Bi cîhanê re têkildar e: Ku dizane ku em beşek ji mirovahiyê ne ku pirsgirêkên me bi yên gelên din ve girêdayî ne.

Ev kurdê nû ne xeyalek e - em niha jî dibînin ku nifşên nû bi vî awayî dest pê dike ku bifikire ku jiyana xwe bi vî awayî ava bike. Ciwanên kurd ku ji Rojava heta Rojhilat, ji Başûr heta Bakur û diasporayê li tevahî cîhanê bi hev re têdikoşin, bi hev re projên ava dikin, piştgirî didin hevdu.

Jinên kurd ku ketine her warî jiyanê ku di zanist, huner, wêje, siyaset, civak de xebatên mezin dikin. Hunermendên kurd ku bi enstûrmanên nû muzîka nû ava dikin ku hem ji giyan û rihê me ye, hem jî ji jiyana îro ye. Nivîskarên kurd ku bi zimanê xwe berhemên ku dikarin li her cihî cîhanê werin xwendin dinivîsin. Zanayên kurd ku di zanîngehan de dipeyivin, di konferansan de beşdarî dibin, di kovaran de dinivîsin.

Encam

Di dawiya vê dahûrîna dirêj de, divê em vegerin xala destpêkê: Frantz Fanon ne tenê teorîsyenekî dûr bû - ew derûnkolîner bû, doktor bû, şoreşger bû ku xwest bi jiyana xwe û bi xebatê xwe pergala kolonyalist were şikandin. Ew di temenê 36 salan de ji kanserê mir, lê bi berhemên xwe bandorek kûr li ser milyonan mirovan kir û hîna jî dike.

Mesaja bingehîn a Fanon ev e: Kolonîyalîzm ne tenê pergaleke siyasî ye - ew pergaleke tevger û reftarî ye ku mirov ji hundir û ji derveyî bi heman demê êrîş dike. Ew ji mirovên xwe yên takekesane distîne, wan dike heyber (objects), wan dike beşên pergaleke ku ew tê de ne erk in lê amûr in. Lê ew her dibêje ku mirov ji vê derûn û rewşê dikare derbikevin - ku azadî mimkun e, lê pêdivî bi xebateke kûr, domdar û bi hişmend û hişyarî heye.

Fanon ne bêhêvî bû. Ew di nav hemû êş û trawmaya ku dîtibû jî - îşkence, şer, kuştin, qirkirin - hêviya bi mirovahiyê hebû. Wî wisa bawer dikir ku mirov dikare vebiguhere ku civak dikare vebiguhere ku pergalên zilm û zorê dikarin werin şikandin û pergalên nû yên adil dikarin werin ava kirin. Lê divê xebat, hewldan, têkoşîn û berxwedan hebin.

Dawiya nivîsê…

Çavkanî

  1. Fanon, Frantz. Peau Noire, Masques Blancs [Black Skin, White Masks]. Paris: Éditions du Seuil, 1952.
  2. Fanon, Frantz. Les Damnés de la Terre [The Wretched of the Earth]. Paris: François Maspero, 1961.
  3. Fanon, Frantz. L'An V de la Révolution Algérienne [A Dying Colonialism]. Paris: François Maspero, 1959.
  4. Gordon, Lewis R. What Fanon Said: A Philosophical Introduction to His Life and Thought. New York: Fordham University Press, 2015.
  5. Gibson, Nigel C. Fanon: The Postcolonial Imagination. Cambridge: Polity Press, 2003.
  6. Cherki, Alice. Frantz Fanon: A Portrait. Ithaca: Cornell University Press, 2006.
  7. Memmi, Albert. The Colonizer and the Colonized. Boston: Beacon Press, 1965.
  8. Césaire, Aimé. Discourse on Colonialism. New York: Monthly Review Press, 1972.

 

Termên sereke

Rûpoş / Mask (Mask) Tişta ku mirov li rûyê xwe dipêçe da ku xwebûna xwe ya resen veşêre. Di konteksta Fanon de, ev ne maskeke fîzîkî ye, lê maskeke derûnî ye ku mirovên bindest li xwe dikin da ku ji aliyê serdestan ve werin qebûl kirin. Mînak: Kurdê ku hewl dide wekî Tirk, Ereb an Farisî xuya bike.

Resenbûn / Authenticity Rewşa ku mirov bi xwebûna xwe ya rastîn bijî, bêyî ku hewl bide bibe yê-din. Beramberî wê "ne-resenbûn" (inauthenticity) e ku mirov di navbeyniya du nasnameyan de dimîne.

Biyanîbûna Çandî / Cultural Alienation Dema mirov ji çanda xwe dûr dikeve, wê înkar dike û çandeke din li xwe bar dike. Ev cudabûn ji xwe ye, ji koka xwe ye.

Navxweyîkirin/Hundirînekirina Zilmê / Internalized Oppression Dema mirovê bindest baweriyên serdestiyan li dijî xwe qebûl dike. Mînak: Kurdê ku bawer dike ku kurdîtî kêmasî ye, ku ziman û çanda wî bi nirx nîne.

Azadkirina Zihn û Derûnê / Decolonization of the Mind Pêvajoya derxistina bawerî û nirxên kolonyal ji derûn û zihniyeta mirov. Ev ne tenê azadiya siyasî ye, lê veguhestina awayê fikr û ramandinê ye.

Eziya Sexte / False Self Têgehek ji Winnicott e ku Fanon bi kar tîne. Ev ew nasnameya derewîn e ku mirov ji bo parastina xwe û ji bo wekhevbûna bi tewawên derveyî ava dike, lê bi arezû û xwestinên xwe yên rastîn re têkiliya wê tune ye.

Sermiyaniya Netewî / National Bourgeoisie Qata dewlemend a navxweyî ku piştî serbestiyê desthilatê ji kolonîyalîstan distîne, lê tenê ji bo berjewendiyên xwe, ne ji bo gel. Ew struktûrên kolonyal didomînin.

Mirovê Nû / New Human Xewna Fanon e: Mirovek ku ne wekî mirovê Ewropî yê li ser kedxwarî û domînasyonê hatiye ava kirin, lê mirovek ku bi hevkarî, bi rêzgirtina ji jiyan û bi wekheviyê dijî.

Şêwana Exlaqî / Moral Deformation Xerabûna exlaqî ku hem li bindestan hem jî li serdestan çêdibe. Kolonîyalîzm her du aliyan jî xerab dike.

Cihên Axaftinê / Space of Speech Cihên ku mirovên bindest dikarin li trawmayên xwe vegerin, hestên xwe parve bikin û bi hev re ji êşê rizgar bibin.

 

***
Têbinî: Ev beşa sisêyan a vê rêzeyê ye. Beşên din ev inBeşa yekê ya vê nivîsê jî ev e:
2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

 

 

***

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)

1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)

- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê

- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

Parve Bike

Youtube Me

Kazim Polat: Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 28 11 2025

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

news
  • 25 11 2025

Pelên Şil

news
  • 25 11 2025

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Iraqê de

news
  • 24 11 2025

Şşş! Hiş be, şik afirî

news
  • 16 11 2025

Zinar: Zimanê dewleta Medan kurmancî bû

news
  • 12 11 2025

Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Daxwaza 'Bila kurdî li Bernê bibe zimanê fermî' hate kirin

ad

Kordînatorê Nûçeyan ê ÎMC TV Yegen wefat kir

ad

Lîstikvanên fûtbolê ên kurd komkujiya Rojava şermezar kirin

ad

"Şa'ir ez im lê..."

ad

Salname û nasname

ad

5 xebatên girîng ên NÇM'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

  • 28 11 2025
news

Em 'Kurdekî Sade û Xwende' nas bikin

  • 29 11 2025
news

Baroyê got, 'Emê kuştina Dilan Karamanê bişopînin'

  • 28 11 2025
news

Festîvala Sûc û Cezayê dest pê kir

  • 27 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname