logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Demirtaş: F 16 xira nabin çima Koster xira dibe?

Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş di Koma Meclisêde axivî. Vaye notên ji wê axaftinê:

  • Dîrok: 28/07/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş di Koma Meclisêde axivî. Vaye notên ji wê axaftinê:

- Tekane sûcê ku bixin stûyê me tuneye, tekane sûcê me ew e me sedî 13 deng girtine. Bi Mutabakatê Dolmabahçeyê me soz da civaka Tirkiyeyê, hefteyek paşê ji vê ber bi paş ve gav avêtin û Serokomar bi gotina "Pirsgirêka kurd nîn e" dawî li meseleyê anî.

Derbeya Erdogan

- Piştî 7'ê pêşperê derbeya Recep Tayyip Erdogan hatiye kirin. Ew ji ku vê rayeyê digirin? Niha welat ber bi şer ve dibin, vê rayeyê ji ku digirin? Di 7'ê pûşperê de ev raye ji we hat girtin. Êdî hûn bi tena serê ne desthilatdar in. Yên ku niha biryaran didin li hemberî sindoqên 7'ê pûşperê derbe kirine.

- Hinek dûvikên derbeyê jî hene. Jixwe re dibêjin neteweperest, ji bo vê derbeyê li çepikan didin. Ka we digot yê here Qesrê emê ji partiyê biavêjin. Duh hûn li Qesrê bûn. We Bîlal dixwest, we Bîlal negirt lê we hîlal da.

- Ez sipasiya her kesê ku ew metna Dolmabahçeyê çêkirine dikim. Ji ber ku bi vê kilîtê aştiyê teslîmê civaka Tirkiyeyê kirin. Piştî mutabakatê bi hefteyek Serokomar bi paş ve gav avêt. Niha PKK bixwaze bi çekên xwe dakeve xwarê jî dê bikevin pêşî bibêjin eman danekevin. 

Serokomar pêşî li çekberdanê girt

- Ez bangê aliyên AKP'ê dikim, yên ku ji bo deklerasyonek bangi me dikin; ez ji bo wan mutabakata Dolmabahçeyê bibîra we dixim. Tenê hefteyek mabû pirsgirêka 40 salan çareser bibe. Çima we dest jê berda? Rêberê rêxistina li çiyê digot hefteyek paşê ji bo çekberdanê ezê bang bikim. Em ji bo vê dilixweş bûn, hûn çima tirsiyan. Birêz Serokomar ji ber çekberdana PKK'ê tu çima tirsiyayî? Serokomarê vî welatî pêşî li çekberdana PKK'ê girtiye. Pêvajo bi dawî bûye.

- Anketan nîşan da ku rê li ber serokdewletiya wî hatiye girtin loma dev jê berda. Ez li ser navê hemû baweriyan sond dixwim ku tehdîda ku dê welat parçe bibe tuneye. Rêxistina ku jêre PKK dibêjin 20 sal berê dest ji parçekirina vî welatî berda.

- Dayik û bavên zarokên xwe şandine leşkeriyê, yên zarokên wan polîs in, ev hemû zarokên menne. Birên me ne. Em ji bilî xemgîniyê tu tiştekî li hemberî mirinê hîs nakin, em qehr dibin ji ber mirinan. Lê ji bo parastina welat van zarokan naşînin. Ji bo parastina Qesrê ev zarokan bi ala Tirk pêçayî tên. Ger parastina welat e werin em bi hev re biparêzin. Di dîrokê de me gelek caran ev yek kir, îro em dîsa bikin. Lê bila kes ji bo berjewendiyên partiyekê bila kes nexwaze em zarokên xwe bidin. Ev zarok hêsan mezin nabin. Em wan nekin qurbanê berjewendiyên Qesrê. Li holê parastina welat tune ye.

- Dezgeh wsa çêkirine ku dê xwîn birije, dê tirk û kurd, leşker, polîs dê bikin, PKK'yî dê bimirin. Û hemû xwînê dê biavêjin stûyê HDP'ê. Hesab planek qirêj e.

Gladyoya Qesrê 

- Rêxistina gladyo ya girêdayî Qesrê heye, bi vê şerê qirêj dide kirin. Di hemû karên dewletê de rêxistina xwe ya taybet bikar tîne. Îstîxbarata MÎT'ê tê cem wî. Dadgehên girêdayî wî hene, trollên çapemeniyê yên bi meaş ên wî hene. Li hemberî HDP'ê plana çêdike.

- Hûn dizanin fermana komkujiya Pirsûsê li ku hat dayîn? Yên ku ev komkujî kirin ev gladyo bû. Bi rebenekî ku xistine nava kar vê gladyoyê ev yek kir. Zarokên paqij ên vî welatî hatin qetilkirin.
Êrîşa Pirsûsê jî, kuştina du polisan, dûre kuştina leşkerek li Semsûrê jî encama karê qirêj e.

- Çi dibe bila bibe emê dest ji zimanê aştiyê bernedin. Dê êrîş bikin, kêmînan deynin. Ji bo bi tena serê xwe bibin desthilatdar pêdivî bi têkbirina HDP'ê heye. Partiyan gel digire, gel vedike. Hûn biryara destnedanê dikin, 80 mebûsên me hene emê serî li meclisê bidin bila destnedana me rakin, bila yê hemû mebûsan rakin, em bi xwe jî emê deng bidin. Fermo, yê ku bitirse bila bibe wekî we.

Bi fermana serokwezîr nehiştin cenaze bên

- Li Cemxaneyê nehiştin sê roj cenaze rabe. Cenazeyên 13 lehengên ku li Kobanî li hemberî çeteyên tecawizkar şer kirin nehiştin ji deriyê Xabûrê bînin hundir. Bi fermana serokwezîr ev 4 roj in cenaze li derî disekinin.

- Li Rihayê polîsan 60 ciwan girtine bin çavan. Çiwal xistine serê wan, kêr dane ber stûyê wan û gotine "em DAIŞ in". Ev gotin dii îfadeyên ciwanî de hene. Gor bi wan dane kolan. Ez qala salên 1990'î nakim ha, hê hefteya borî ev yek çêbû. Qala wisa tiştan tê kirin ku rûmeta mirov nikare vê bîne ziman. Ev yek di serdema desthilatdariya AKP'ê de çêbûne.

Em dest nedin hev dê her roj cenaze rabin. Dê li welatê ku dizî dikin kêfa xwe bikin.

Hûn aştiyê dixwazin, fermo

Hûn aştiyê dixwazin, karê rojekê ye. Vaye birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Hûn çima F16'Yan radikin. Bi fermanek balafirên şer radibin, kostera diçe Îmralî çima ranabe? Balafirên şer xira nabin, çima Kostera diçe Îmralî xira dibe?

 

- Li hemberî wan ne ku çokdayîn, emê çavê xwe jî nekirpînin. Dê zor li me bikin, êrîş bikin lê emê dest ji zimanê aştiyê bernedin.

 

 

Ji bo hemû axaftinê:

VÎDYO: AXAFTITAN DEMÎRTAŞ A LI KOMA MECLISÊ, 28.07.2015

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Jina Tahir Elçi Turkan Elçî beşdarî CHP'ê bû

ad

'Flashhilat' carek din flaşê pêdixe

ad

Belçîkayê devê kîsikê pereyan vekir

ad

Dezgeha Serdemê dest bi beşa kurdî kir

ad

YPG: Girê Miştenûrê bi temamî azad bû

ad

Li peyarêyê stêrka wê jî heye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname