Diyarname
Saziya Freethinkerd (Kesên azad difikirin) di sala 1908’an de li Swîsreyê hatiye avakirin û li ser mijarên wekî azadiya ramanê û sekuleriyê dixebite. Saziyê yekemîn car di sala 2015'an de xelata azadiya ramanê da, îsal jî cara diduyan e. Hat ragihandin ku Freethinkerd îsal vê xelatê dide rojnameger û wênesaz Zehra Dogan.
Dogan di sala 2016'an de di dema pêvçûnên li Nisêbînê de hatibû girtin û piÅŸtî 5 mehên girtîmayîn hatibû berdan lê di meha pûÅŸpera îsal de dadgehê cezayê 33 meh a hepsê lê birî û ji ber vê Dogan carek din hat tewqîfkirin. Ew niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye. Saziya Freethinkerd ku Dogan hêjayî xelatê dît vê roja yekÅŸemê li bajarê Zurîha Swîsreyê dê bi merasîmekê xelatê bide. Ji ber ku Dogan girtî de hat gotin ku li ser navê wê dê Naz Oke xelatê wergire.