Diyarname
UNESCO'yê 400'emîn salvegera nivîskarê "Seyanetname"yê Evliya Çelebî qebûl kir û xist nav salvegerên ku heta niha pejirandiye.
Rêxistina Çand û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 35'emîn Konferansa Xwe ya Giştî de ev biryar girt.
Evliya Çelebî di 25'ê adara 1611'an de li Unkapaniya Stenbolê hatiye dinê û di sala 1683'yan de li Misrê miriye. Ew bi "Seyahetname"ya xwe navdar e. Di Seyahetnameya Çelebî de li ser kurdan û warê wan jî gelek agahiyên girîng hene.
Her wiha di vê konferansê de UNESCO'yê 100'emîn salvegera mirina avakarê Muzeya Arkeolojiyê ya Stenbolê û wênesaz Osman Hamdi Beg jî qebûl kir.


