WAN
Baroya Wanê, Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir. 75 parêzer di nav komîsyonê de ne. Dê komîsyon di nêz de dest bi xebatên xwe bike. Berpirsiyarê komîsyonê Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê Kadîr Kûtevî, diyar kir ku dê bi xebatên xwe li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bisekinin.
Kûtevî, diyar kir ku li bajêr gelek parêzer di warê xwendin û nivîsandina bi kurdî de zehmetiyê dikişînin û ji bo vê dest bi hin xebatan kirine. Kûtevî got: "Ji bo parêzer hînî kurdî bibin em ê hin polan çêbikin û em ê kurdî hînî parêzeran bikin. 75 hevpîşeyên min di nav vê komîsyonê de cih digirin. Em ê gazî mamosteyên kurdî yên li Wanê bikin û dest bi dersan bikin."
Kûtevî, anî ziman ku piştî Cejna Remezanê ew dixwazin di çarçoveya pîvanên pandemiyê de konsereke dengbêjan li dar bixin û tevî parêzerên di warê kurdî de dixebitin li ser hin xebatan hûr bibin. Kûtevî bilêv kir ku dê gazî malbatên parêzerên hatine kuştin bikin û guh li çîroka wan bikin û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê çalakiyên wekî semîneran li dar bixin.
MA


