Diyarname
Roja Helbesta Kurdî îsal pêncemîn car li Almanyayê li dar dikeve. Çalakî li benda helbestvanên kurd e.
Ji sala 1993'yan de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, Roja Helbesta kurdî tê lidarxistin. Her wisa li derveyî welêt, li Almanyayê jî ev cara pêncan e ku, bi heman helkeftinê, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hev dicivin.
Komîteya amadekar a "Roja Helbesta Kurdî ya li Derve" îsal jî, helbestvanan û helbesthezan vedixwîne bajarê Bottropê li Almanyayê, da ku di roja şemiyê, 16.10.2010'an, careke din hem helbestên xwe bixwînin, guhdarî bikin û hem jî helbestvanê nemir Cegerxwîn bibîr bînin.
Komîteya amadekar ku ji Keça Kurd, Elî Cafer û Helîm Yûsiv pêk tê dixwaze helbestvan û helbesthezên ku bixwazin beşdarî çalakiyê bibin bi e-maileke xwe bigihînin wan. E-maila têkiliyê ya bi komîteya amadekar re ev e: roja-helbest2010@hotmail.de
Her wiha di salona helbestxwendinê de dê wêneyên çend şêwekarên kurd jî bêne daliqandin û pêşkêş kirin. Dîsa di warê muzîkê de jî wê stranbêj Zubêr Salih derkeve ser dikê û hin stanên xwe
pêşkêş bike.
Navnîşana cihê “Roja Helbesta Kurdî li Derve" ev e:
Sprelraum ( Haus der Jugend )
Prosper Str.71
46236 Bottrop
Dem: 13:00
Ji bo têkiliyê:
0049 01637866977
0049 160 92 44 44 29
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye


