Diyarname
Bifikirin ku rojnameyeke bi kurdî ye û tam 200 sal in derdikeve. Hûn fikirîn? Kêfa we hat ne? Lê em niha qala rojnameyeke bi kurdî nakin, ji ber ku rojnameyeke wisa nîn e û em qala rojnameyeke îngilîzî dikin: The Guardian.
Belê rojnameya The Guardian îro ket 200 saliya xwe. Rojnameyê ji bo 200 salî nûçe û bergek taybet amade kir.
Rojname roja 5'ê gulana 1821'ê de bi navê "The Mahchester Guardian" derketiye. Paşê "The" derxistine, demek tenê wekî "Manchester Guardian" dewam kirine. Dûre vê carê "Manchester" jê derxistine û bi navê niha "The Guardian" dom kirine ku heta niha jî bi heman awayî dom dike. Kovarê di berga ku ji bo 200 salî Çêkiriye de logoyên rojnameyên yên berê bikar anîne. Her wiha rojnameyê hejmara yekem a rojnameyê jî bi çapek taybet wekî diyarî çap kir û belav kir.
Rojnameyê di berga îro de gotina "1821-2021, 200 sal û me hê nû dest pê kir" nivîsandiye.