Gola Ûrmiye ku di nava sînorên bajarê Ûrmiyeyê de ye her ku diçe ziwa dibe. Li gorî zanyaran gol di 30 salên dawî de ji sedî 90 ziwa bûye.
Rêveberê Koma Meteorolojiyê yê Zanîngeha Tebrîzê Behroz Sarî Seraf têkildarî mijarê ji .o çapemeniya Îranê axivî. Behroz Sarî Seraf destnîşan kir ku gola Ûrmiyeyê ji sedî 90 ziwa bûye û rexne li siyaseta dewleta Îranê ya li hemberî xwezayê kir.
Seraf diyar kir ku rayedarên hikumetê îdîa dikin ku ava gola Ûrmiyeyê ziwa nebûye û soz dane gel ku dê tedbîrên avê bigirin, her wiha ava ji bo avdanê jî peyda bikin, lê belê heta niha ev soz nehatine bicîhanîn.
Seraf anî ziman ku bi ziwabûna gola Ûrmiyeyê re avhewaya herêmê jî germ bûye û tevî ku zivistan e jî, li herêmê germahî heye.