Diyarname
Piştî belavbûna nûçeyên îdamkirin girtiyê siyasî Ramîn Hisên Penahî, Rêxistina Efûyê (Amnesty) ya Navnetewî daxuyaniyek belav kir û bang li rayedarên Îranê kir ku cezayê îdamkirina Ramîn bê rawestandin.
Rêxistinê wiha got: “Piştî lêkolîna hatiye kirin, me dît ku çûyîna parêzeran ya ji bo cem Ramîn hatiye qedexekirin. Her wiha zextê lê dikin ku li ser televîzyonê biaxive û sûcê xwe qebûl bike. Ger vê bike wê sûcê wî bê rakirin. Lê Ramîn Hisên ev yek nepejirandiye û di hucreya yek kesî de tê ragirtin.”
Rêxistinê gotiyaü ku di dema dadgehkirinê de dadgehê dîtiye ku Ramîn hatiye îşkence kirin û şopên îşkencê li ser hene, lê tu girîngî nedaye vê û wiha dom kiriye: "Di dadgehê de tu belgeyek ya ku Ramîn keseke kuştiye nehatiye nîşandan û tu delîlek jî nîn e. Ji bo vê em daxwazê ji Hikûmeta Îranê dikin cezayê girtiyê kurd Ramîn bide rawestandin.”
Ramîn Hisên Penahî ciwanek kurd yê ji rojhilatê Kurdistanê ye û bi cezayê îdamkirinê hatiye mehkûmkirin. Tê payîn ku roja Pênçşemê Ramîn bê darvekirin. Li hemberî darvekirina Ramîn xarziya Ramîn Nîştiman duh êvarî dawî li jiyana xwe anî.
TÊBÎNÎ: Piştî vê bangê bi rojek hat ragihandin ku îdamkiran Penahî hatiye rawestandin (Ev not piştî weşandina vê nûçeyê bi rojek lê hatiye zêdekirin)