Diyarname
Ev jî çêbû: Lîstikvana xwediya Oscarê ji bo bikeve nava siyasetê navberê dide sînemayê.
Lîstikvana ji DYA'yê Jennifer Lawrence got ku ji ber dixwaze ji bo polîtîkayê demê veqetîne ew dê çend salan navberê bide sînemayê.
Lawrence di sala 2013'yan de bi fîlmê "Silver Linings Playbook" xelata Lîstikvana Herî Serketî ya Oscarê girtibû. Ew ji bo malbeta Entartaiment Weekly axivî û got ku di sala 2018 û 2019'an de naxwaze rolek bilîze. Ji ber sedema vê yekê jî diyar kir ku ew dixwaze ji bo polîtîka û aktîvîzmê demê veqetîne. Lawrence nûnera "Represent.US" e ku ev sazî bêyî li benda berjewendiyê be li dijî karên nelirê têdikoÅŸe. Lawrence bal kiÅŸand ser vê nûneriya xwe û wisa got: "Sala bê ezê navberê bidi sînemayê û ji bo ciwan di qada herêmî de bikevin nav siyasetê ezê bixebitim. Ji bo vê yekê nehewceye mirov partîkan be. Ji bo bi karên nelirê re têbikoÅŸe û pêÅŸî li vê yekê bigire divê zagon bêne derxistin û ezê ji bo vê bikevim nava tevgerê."
Wê got ku ji bo demokraksiya DYA'yê dirust bibe çi ji destê wê bê dê bike.
Lîstikvan Jennifer Lawrence par bi fîlmê "Mother" derket pêÅŸberî temaÅŸevanan. Meha bê di fîlmê ajanî "Red Sparrow", payîzê jî dê di fîlmê "Dark Phoniks" de dê derkeve pêÅŸberî sînemahezan.