MÊRSÎN
Endamê Lijneya Dîsîplîna Navendî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê Hasan Huseyîn Reyhan li mala xwe ya Mêrsînê mirî hat dîtin.
Cîranên Hasan Huseyîn Reyhan demek jê agahî wernegirtin, ketin nava şik û gumanê û mala wî kintrol kirin. Cîranan di pencereya malê re dîtin ku Reyhan li ber deriyê serşokê bêtevger vezilandiye, li ser vê yekê xeber dan polîsan.
Polîs û ekîba tenduristiyê ku ketin malê, piştî miayenekirinê fêm kirin ku Reyhan miriye.
Der barê mirina Reyhan (58 salî bû) ê bavê zarokek ku ji parêzeriyê teqawit bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin. Her wiha hat gotin ku nexweşiya dil bi Reyhan re hebûye.