Diyarname
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê di du salan de 77 mîlyon û 202 hezar qutî antîdeprezan hatine bikaranîn.
Pisporê psîkiyatrî Prof. Dr. Nesrin Dilbaz got ku li Tirkiyeyê herî zêde temênen di navbera 18-30 û 45-65'an de bi deprasyonê dikevin.
Li gor nûçeya Mert Înan a di Milliyetê de li Tirkiyeyê di sala 2012'yan de 37 mîlyon 351 hezar û 187 qutî, 2013'yan de 37 mîlyon 355 hezar û 35 qutî, 2014'an de 39 mîlyon 246 hezar û 223 qutî, 2015'an de 43 mîlyon 563 hezar û 596 qutî, di 9 mehên pêşî yên sala 2016'an de jî 33 mîlyon 638 hezar û 916 qutî antîdepresan hatine bikaranîn.
Dilsaz li ser ser meseleyê gotiye ku di rêza yekemîn de ya întîxarkirinê de xirabûna rewşa hestiyar heye û wisa dom kiriye: "Di rêza duyemîn de şîrofzenî, di rêza sêyemîn de alkol, bikaranîna tilyakê heye. Di nîvê yên întîxarê dikin de jî nexweşiya psîkîyatrîk û berî vê întîxarê serîlêdana psîkîyatrî heye. Li Tirkiyeyê nexweşxaneyên tenduristiyê sedî sed tijî ne.Niha sedî deh zêdetir pêdivî bi nivînên heyî yên ji bo van nexweşan heye."
Ji Navenda Tenduristiya Anadolu Selin Karabulut jî gotiye ku ji 10 kes kesek li Tirkiyeyê antîdepresan bikar tîne û wisa dom kiriye: "Di bikaranînan antîdepresanê de ji du qatî zêdetir ji mêran bikar tînin. Li gor lêkolînek li dinyayê herî zêde li welatên Rojhilata Navîn û li welatên Afrîkaya Bakur depresan tê dîtin. Li gor encaman welatê herî bi vê nexweşiyê Afganistan e ku ji pênc kesan kesek di depresyonê de ye. Welatê ku mirovên wê herî zêde dilşad in jî japon in."