ENQERE
Seroka Lijneya Rêveberiya TUSÎAD’ê Umît Boyner bang li BDPê kir: “Em li bendê ne ku parlamenterên BDP’ê vegerin meclisê û beşdarî xebatên çêkirina Zagona Bingehîn bibin. Ew neyên dê kêmasî di çêkirina Zagona Bingehîn a nû de çêbibe û tiştek wisa jî dê ne tiştekî baş be.”
Seroka Lijneya Rêveberiya TUSÎAD’ê Umît Boyner daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin çêkirina Zagona Bingehîn a nû. Boyner ji bo BDP'ê jî got ku BDP hilbijêrên xwe temsîl bike Meclis e û wiha dom kir: “Di vê çarçoveyê de em li bendê ne ku parlamenterên BDP’ê di 1’ê kewçêrê de vegerin meclisê. Nexwe dê kêmasî di çêkirina Zagona Bingehîn a nû de pêk çêbibe û ev yek jî dê ne tiştekî baş be. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêkan meclis e.”