Diyarname
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi ser navê "Atolyeya Nûçegîhanî ya Qeyranê" li dar dixe. Ev serdema 4'inan ku DFG vê yekê li dar dixe.
Di vê atolyeyê de li ser xalên wekî di rewşa qeyranê de rojnamegerî, rêbaza heqdehatina stresê û der barê hiqûqî de bûyîna xwedî agahî wê axaftin û nîqaş bêne kirin.
Atolye rojên 16 û 17'ê mehê li Salona ÇandAmedê li dar dikeve. Roja yekemîn wê Nûçegîhanê fotoyê Ensar Ozdemir, rojnameger Umit Bektaş, rojnameger Omer Çelik û parêzer Resul Temur dersê bidin.
Roja diduyan jî li ser "Nûçegîhaniya qeyranê", "li qeyrana herêmê ceribîn û pêşniyar", "li herêma qeyranê rojnamegeriya jinan" axaftin û nîqaş bêne kirin. Herî dawî Hevseroka DFG'ê Dicle Muftuoglu wê li ser "Parêzvaniya çapemeniya azad" di atolyeyê de cih bigire.
Ji bo yên bixwazin lînka serîlêdanê ev e:


