Diyarname
"Zer" navê fîlmê derhêner Elham Ehsas e. Fîlmê niha mijara me ji Stenbolê bi Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî vegeriya mala xwe.
Derhêner Elham Ehsas bi eslê xwe hindî ye lê hemwelatiyê Brîtanyayê ye. Di fîlmê "Harry Potter" de jî rolek biçûk lîstiye. Dûre di hin fîlmên din de jî lîstiye lê niha ew bixwe jî fîlman dikişîne. Fîlmê wî yê dawî yekî bi navê "Yellow" (Zer) e ku kurtefîlmekî ye.
Ev kurtefîlmê navborî vê mehê li Stenbolê di çarçoveya 13'emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê de hat nîşandayîn.
Fîlm li Afganistanê çîroka jineke pêşkêş dike. Li Afganistana di bin kontrola Talîbanan de jin mecbûrî 'Burka'yê li xwe dikin. Li vê derê jinek ji bo 'burka'ya xwe ya yekem bikire li Kabîlê diçe mexazeyek û li vê derê bi pêşerojeke nediyar re rû bi rû dimîne.
Fîlmê ku Elham Ehsas senaryoya wî jî nivîsandiye li festîvalê Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girt.
Kurtefîlmê bi navê "Zer" berî Stenbolê li hin festîvalên din jî bi ser ketiye. Kurtefîlmê 13 deqîqeyî hejayî temaşekirinê ye.
Kunye:
Nav: Yellow (Zer)
Senaryo-Derhêner: Elham Ehsas
Lîstikvan: Afsaneh Dehrouyeh, Elham Ehsas, Ahmad Jan Mano
Bi zimanê daricî, 13 deqîqe
Fragman:
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Fîlm edaletê nîşanî me didin
- Fîlmên li ser 'Sûc û Cezayê' tên


