Diyarname
Forûma Wêjeyê ya Dinyayê ya ji bo Aştî û Mafên Mirovan (WLFPH - World Literary Forum for Peace and Human Rights) nivîskar Cemîl Tûran Bazidî wekî "Qasidê Aştiyê yê Kurdistanê" ragihand.
Rojnameger û nivîskar Cemîl Tûran Bazidî li Yewnanistanê dijî, li wir xebata xwe didomîne. Forûmê niha ew wekî qasid ragihand û sertîfîkaya wî dayê.
Nivîskara yewnan Eva Petropoylou Lianoy ew pêşniyar kiribû WLFPH'ê ev pêşniyar qebûl kir.
UNESCO'YÊ XELAT DABÛ WÎ
Bazidî bi navê "Navê Min Azad e" romaneke li ser Helebçeyê nivîsandibû. UNESCO'yê ji ber vê romanê di sala 2018'an de ew bi Xelata Akademîk a Taybet xelat kiribû.
BAZIDÎ KÎ YE?
Cemil Tûran Bazidî li navçeya Bazidê ya Agiriyê hatiye dinê. Di dema derbeya 1980'ê de hatiye girtin, sala 1984'an de çûye Yewnanistanê û ji wê demê de li wir dijî. Ew hê li Yewnanistanê di Wezareta Çapemeniyê ya Yewnanistanê de kar dike. Heta niha bi yewnanî 6 romanên wî derketine.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Vê carê nivîskerekî kurd ji UNESCO'yê xelat girt
- Angelopoulos romana nivîskarekî kurd dikir fîlm lê emir têr nekir