Mistefa Dogan
Dinya ecêb e. Me di nivîsa din de qala têkiliya derhênerê yewnanî Angelopulos û kurdan kiribû û me hêvî kiribû ku rojek ev minasebet piçekî zelal be. Piştî nivîs hat weşandin, hevalê min Mewlud Oguz telefonî min kir û got “Nivîskarê kurd ê ku demeke dirêj e li Yewnanistanê dijî Cemîl Tûran Bazidî, di sohbeteke xwe de qala dostaniya xwe û Angelopoulos kiribû.” Li ser vê xeberê, ez tavilê li birêz Evdila Keskin geriyam û min nimreya telefona Bazidî xwest da ku “mij”a li ser vê mesele piçek zelal bibe.
Romannûsê kurd Cemîl Tûran Bazidî piştî Derbeya Leşkerî ya 80’yî, welat terikandiye û li Yewnanistanê bi cih bûye. Romana wî ya “Navê Min Azad e” ku qala drama qetlîama Helebçê dike ji UNESCO’yê Xelata Taybet a Akademiyê stend.
Min telefonî wî kir, xwe da nasîn û jê re mesele bi ta û terzî kir. Bazidî bi henûnî û dilgermî kêfxweşiya xwe anî zimên û got “rast e min û Angelopoulos nêzî 30 salan hevaltî kir.”
Niha ji vir pê ve ez ê gotinê bidim Birêz Cemîl Tûran Bazidî. Pirsên min û bersivên wî yên li ser meselê wisa bûn:
- Birêz Bazidî, gelo te û Angelopoulos çawa hev nas kir?
Piştî heyama Derbeya Leşkerî ya Yewnanistanê, hikumeta sosyalîst hat ser kar û hunermenda navdar Melîna Merkurî bû Wezîra Çandê. Rojekê ez jî dawetî civîneke nivîskar û hunermendan kirim û min û Theodor (Angelopoulos) li wir hev nas kir.
- Pişt re bawer im hevaltiya we geştir bû.
Belê Theodor gelekî henûn bû û kêfa wî ji kurdan re gelek dihat. Hevaltiya me geş bû. Di senaryoya fîlmê wî yê “Gava Leglegê ya Derengmayî” de kurd jî hebûn. Wî wextî danûstendina me xurttir bû.
Yên di wî fîlmî de lîstin hemû bi penaber bûn
- Mamoste, gelo tu jî li seta fîlmê bûyî?
Erê çawa, di pêvajoya çêkirina fîlm de ez tim bi wî re bûm. Yên di wî fîlmî de lîstin hemû bi rastî jî penaber bûn, yanî ne lîstikvanên profesyonel bûn. Piraniyên wan mexdûrên kîmyebarana Helebçeyê bûn. Ji bo dîtina wan însanan em bi hev re gelekî xebitîn. Me ew penaberên kurd anîn ba hev.
- Giş penaberên ji başûrê Kurdistanê bûn?
Na, ji Bakur jî ji perçeyên din ên Kurdistanê jî hebûn. Te dî ew kesek heye di fîlm de, li ser vîncê tê daliqandin, mesela ew ji Diyarbekirê bû. Navê wî Hesen bû. Tê bîra min.
“Dema ew jin li dora Hesen hawar dikirin Angelopoulos kelogirî bû.”
- Atmosferek çawa hebû li seta wî fîlmî?
Gelek hestiyar bû atmosfer. Qet ji bîra min naçe; dema ew jin li dora Hesen (zilamê di fîlm de hatibû daliqandin) hawar dikirin çavên Theodor tijî bûn û kelogirî bû.
- Piştî wî fîlmî hevaltiya we di çi seyrê de bû?
Hevaltiya me tim baş bû lê piştî fîlmê “Gava Leglegê ya Derengmayî” em pirtir nêz bûn. Di sala 1995’an de Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Selanîkê hebû. Di wê festîvalê de min ji bo Yılmaz Guney programeke taybet çêkir. Me heftiyekê fîlmên Guney nîşan dan. Theodor jî hat û di programê de ji bo Yılmaz Guney axaftineke taybet kir.
- Waa! Çi digot mesela?
Pir hez ji Yılmaz Guney dikir. Jixwe di xeberdana xwe de jî wisa digot. Pesnê wî dida û digot kurd gelekî bi şens in ku derhênerekî wan ê wisa heye.
“Wê romana min a bi navê “Çavên Guran” bikira fîlm.”
- Balkêş e û ya rast kêfa mirov jî tê.
Belê, ez tişta herî trajik û min xemgîn dike bêjim ji te re. Ez û Theodor 6 mehan li ser romaneke min xebitîn. Wê romana min a bi navê “Çavên Guran” bikira fîlm. Ji bo wî me senaryo li hev dianî lê mixabin emre wî têr nekir û di qezayê de çû ber rehma Xwedê.
- Bi rastî jî trajîk e.
Belê ew dostekî baş ê kurdan bû. Teyrê ecelê bihişta li ser kurdan wê gelek tiştên din bikira.
***
Nivîsa Mistefa Dogan a li ser Angelopoulos:
Nûçeya li ser xelatgirtina Cemil Turan Bazidî
- Vê carê nivîskerekî kurd ji UNESCO'yê xelat girt
***
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon: 0212 -6266455, info@davetiyeonline.net