Luqman Guldivê
Li ser pirsa hevalekî xwe, ez îro lê fikirîm ka pere li hawîrdora ez jê me, kengî weke nirxa sereke ya kirrîn û firotinê hatiye bikaranîn. Ji ber ku nirxên pevguherînê di avakeriya hunerî, îfadeya çandî û hilberîna aborî de jî diyarker e, rastî bêhemdî bala min çû ser meseleyê. Heta bi salên 60´î jî li devera ku malbata min jê ye, ji bo pevguherînê ya esas hilberîna ji erd, zevî, rez, werz, baxçeyan hatiye hilanîn bûye. Li navendên navçeyan, li bajaran dibe ku rewÅŸ ne ev be, lê navçe û bajar jixwe cihê ji sedî 10´ê serjimarê bû hingê. Li cem vê ya esas, li kêlekê pere jî hebû, lê pere ji bo tiÅŸtên diyar ên weke tivingê yan jî hin tiÅŸtên din bû ku hilberîna wê tenê li navçe yan jî bajaran dibû. Helbet heger kesê hilberandî ew tiÅŸta xwe di ber nîsk, dims, mewîj û beniyan de nefirotana.
Xaniyê ku kalikê min li gund beriya qederê 70 salan daye çêkirin û çîroka wê di nava vê hizrê de hat bîra min. Bapîrê min ê rehmetî, xwe li dirûtina cilan diqewimîne. Ji bo vê mekîneyeke dirûnê dikire (nediyar e ka pere pê dane yan tiÅŸtekî din pê guheriye). Ew bi vê mekîneya hanê, dest bi dirûna cilûbergan dike. Hem jî li gundekî 60-70 malî.
Heta hingê cilûbergên Kurmanciyê (helbet yên devera me) xelkê li xwe dikirin û ew jî bi pevguherîna li jor min behsa wê kirî yan jî bi tevnên li malê, li gund hatî danîn, dihatin hûnandin û dirûtin. TiÅŸta ku vê mekîneyê kirî, ne tenê karekî bêguneh bû; helbet, ew nebaya jî ya ku wê bibûya, wê bibûya, lê bi xêra wê, ez rehettir dikarim bibînim, ka tiÅŸtekî piçûk tesîreke çawa mezin li tevahiya awayê hilberînê yê berê kariye bike.
Xelkê gund û gundên derdorê diçûn bajêr û dihatin, yanî hajê wan ji cilûbergên bajariyan hebû, ji bo mêran nexasim jî ÅŸal û sakoyên wan. Gava mekîne hat gund, û bapîrê min jî xwe li terzîtiyê qewimand ya ku guherî ne ew bû ku pere bi carekê kete bazarê, lê zehniyeta ku pere lazim dike, êdî weke qijnikekê bi xelkê ve hêdî hêdî digirt.
Ez vegerim ser meseleya xênî; bapîrê min bi hosteyekî keviran re li hev dike ku temamê kevirên xênî bibirre di ber dirûna ÅŸalekî bajarî de. Ev bazar diçe serî, yê kar dike helbet bapîrê min e. Jixwe, ew zêde li gund nema û berê xwe da bajêr, cihê ku wî yê bazarên xwe êdî hema hema tenê bi pere bikira. Gundê jê hatibû, bixwe derengtir wê evqasî biketa ber bayê pere de, lê xelkê gund êdî, hêdî hêdî berê xwe wê bidana bajarê ku li bazara wê bêhtir tiÅŸt hebûn û ji bo pevguherînê jî pere diviyan.
Di vê bazara li jor de em nelitayêhevbûna nirxan rast tên. Åžalê bajarî ku hosteyê keviran dixwaze jê re bê çêkirin jî ya rastî ne pêdiviyek e, bi her awayî semboleke statuyê ye. Pevguherîna berê ku xwe dispart pêdiviyên bi rastî, gava hêdî hêdî cihê xwe ji pêdiviyên çêkirî re hiÅŸt, êdî pevguherîna ÅŸênber a ku esas bû, diviyabû cihê xwe yê esasî ji pere re bihêle. Pere jî di rastiyê de “sozeke” hilberînê ye. Yanî ehdek e û wê yan bi cih bê yan jî wê bibe deyn. Ji metal, kaxetê ber bi dîjîtalbûnê ve, ya ku pere herî zêde bi kêra wê tê, desthilata(ên) navendî û vê dawiyê jî sermayeya bê hed û hidûd berhevkirî bû û hîna jî wisa ye.
Kirdeyên pevguherînê, ku berê kirriyarên hayjixweheyî bûn, niha veguherîne nesneyên ku ne pêdiviyên xwe diyar dikin, ne jî tercîh dikin. Neçar in û tên ajotin ji bo peydekirina wî pereyê ji bo pêdiviyên ku li ser (çêkirina, belavkirina, diyarkirina nirxê) wan ti tesîra wan nîne.
Axir, di nava “cehaleta” serdemên beriya me de, kirde ji me kirdetir bûn. Îro em nesneyên bê serî ne ku nirxê xwe di nava xwe de dinepixînin û bi peyvên xweÅŸlihevhatîanîn û maqûliyeteke sermayeya civakî û zanistî li ferdbûna çendekan xwedî derdikevin. Di rastiyê de ferdên civakekê ji ber pêdiviyê ferdên wê civakê ne. Helbet ji ber vê, civakan kariye çend ferdên xwe bikin qurbanî jî. Lê ev kirdebûna wan a di nava pirraniya civakên berê de tine nake. Bi heman rengî ferdbûna çend kesan jî nesnebûna pirraniya ferdên civaka roja me ya îro tine nake. Doh û îro ya xelkê 600 ta 700 salan dihewîne, lê ez lê dinihêrim ya me 60 ta 70 sal in li gundan, 150 ta 200 sal in li bajaran.
20.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka
Foto: Ridvan BaÅŸkurt
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
NavnîÅŸan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon: 0212 -6266455, info@davetiyeonline.net