Diyarname
Kovara wêjeyî, çandî û hunerî Hinar ku ji aliyê Kurdî Dera Îzmîrê ve tê derxistin, hejmara xwe ya dehemîn derxist
Hinar du mehan carekê dertê û di warê çand û hunerê de wekî dengê kurdên Egeyê her ku diçe xurtir dibe. Kovar her ku diçe zêdetir cih dide li ser nirxandinên li ser wêjeyê jî. Di vê hejmarê de nivîseke rexneyî li ser “Li Dêrê” ya Hesenê Metê hatiye kirin û her wiha kovarê diyar kiriye ku ewê ji niha şûn de her jimarê rexne û nirxandina li ser pirtûkan biweşînin.
Di vê hejmarê de jî nivîsên cur bi cur hatine weşandin. Bi çîrok-romanivîskar Yaqob Tilêrmanî re hevpeyvîneke li ser “Sêbareya Mêrdînê” hatiye kirin.
Kovarê di beşa wergerê de jî çîroka Refik Halit Karay, helbesteke Umit Yaşar û du helbestên Îlhan Berk tu ji tirkî wergerandine kurdî û weşandiye. Ji bilî van hin çîrok û helbestên din jî di kovarê de cih girtine.
Kesên ku bixwazin bi kovarê re bikevin nav têkiliyê dikarin ji ser vê navnîşanê re xwe bigihînin amadekarên kovarê: kovarahinar@hotmail.com


