Diyarname
Ji bo kesên dixazin bigerin pêşniyarek: Fermo li bajarên kurdan 20 cihên ku divê bêne dîtin.
Her bajar miheqeq xwedî xweşikiyên cihê ye. Ev xweşikî her bala kesên dixwazin bigerin dikişînin. Li bajarên kurdan jî gelek cihên wisa xweşik hene ku hêjayî dîtinê ne.
Yekîtiya Şaredariyên Başûrêrojhilat ê Herêma Anatoliyê (Guneydogu Anadolu Bolgesi Belediyeler Bilrigi -GABB) îsal bi sernavê "Dogu ve Guneydogu'ya Farkli Bir Bakiş" (Nêrînek Cihê ya li Rojhilat û Başûrêrojhilat) rêbernameyeke gerê amade kir. Di vê rêbernameyê de nexşeya van bajaran jî hate weşandin ku navên bajar û navçeyan bi tirkî û kurdî hatine nivîsin. Rêbername bi vê yekê di çapemeniyê de bû mijar, lê aliyên wî yên din derneketin pêş. Em niha beşeke ji vê diweşînin: Li herêmê 20 cihên ku divê bêne dîtin.
Fermo ew cihên ku miheqeq divê bêne dîtin:
1: Çiyayê Nemrûdê û Pirê Cendereyê (li Kehtaya Semsûrê)
2: Riha (Gelek berhemên dîrokî yên li bajêr)
3: Gobekli Tepe (Li Rihayê. Bi aliyê xwe yê arkeolojîk di nav perestgehên herî kevnare yê dinyayê de ye)
4: Herran (Riha
5: Newala Mûnzûrê
6: Giravên ku Soberî dikin (Solxana Çewligê)
7: Tilo (Sêrt.. Cihên dîrokî, xaniyên kevnare û Tirbeya Weysel Qaranî)
8: Heskîf (Batman. Bajarê antîk, şikeft, xweşikiya Newala Dîcleyê û berhemên din ên dîrokî)
9: Amed (Sûr û berhemên din ên nav bajêr)
10: Mexareyên li Erxeniya Amedê
11: Pirê Mala Badî (Li Farqîna Amedê)
12: Mêrdîn
13: Dêrulzehferan û Manastira Mor Garbrîel (Mêrdîn)
14: Medreseya Sor (Li Cizîra Şirnexê)
15: Newala Zê (Culemêrg)
16: Girava Axtirmanê (Li nav Gola Wanê)
17: Gola Krater a Nemrûdê (Li Tetwana Bedlîsê)
18: Xelat (Bedlîs. Bi Muzeya Arkolojiyê û gorên kesên navdar ku li wê derê serdetiyê kirine balê dikişîne)
19: Qesra Îsheq Paşa (Bazîda Agirî)
20: Çiyayê Agirî
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


