Diyarname
Piştî Lîga Şampiyonan a UEFA’yê vê carê di Lîga Ewropa û Lîga Konferansê de nîv fînalîst diyar bûn.
LÎGA EWROPA
Di Lîga Ewropayê de surprîz ji Frankfurtê hat. Tîma alman li deplasmanê tîma katalan Barselona bi 3-2 têk bir û derbasî derbasî nîv fînalê bû. Frankfurtê tîma favorî têk bir û got ez favorî me.
Leipzingî di deplasmanê de Atalanta bi 2-0 têk bir û bilêta nîv fînalê girt.
Li aliyê din tîma îngilîz West Ham bi 3-0’ê tîma Lyon şand mal. Her wiha Rangersê tîma Braga bi 3-1 têk bir û ew jî derbasî nîv fînalê bû.
Di nîv fînalê de tîm wisa bûn reqîbên hev:
- West Ham - Frankfurt
- Leipzig - Rangers
LÎGA KONFERANSÊ
Di Lîga Konferansê de tîma îngilîz Leicester li deplasmanê PSV bi 2-1 têk bir û derbasî nîv fînalê bû.Tîma fransiz Marsilya jî PAOK bi 1-0 têk bir.
Tîma îtalî Roma bi 4 golan Bodo Glimt şand mal. Her wiha Feyenoord jî tîm bi 3-1 têk bir.
Di encamê de nîv fînal bi vî awayî çêbû:
- Leicester - Roma
- Feyenoord - Marsilya
DÎROKA MAÇÊN NÎV FÎNALÊ
Di her du lîgan de jî maçên yekem dê 28’ê vê mehê, maçên duyem jî dê 5’ê gulanê bêne lîstin û fînalîst diyar bibin.
Di Lîga Ewropayê de maça fînalê 18’ê gulanê, di Lîga Konferansê de jî maça fînalê dê roja 25’ê gulanê bê lîstin.
***
Nûçeya Eleqedar:


