Diyarname
Van rojan her çalakiyên bi kurdî yên wekî konser, lîstikên şanoyê têne qedexekirin. Va ne çend agahiyên nû:
- MEBÛSÊ HDP JI WEZÎR PIRSÎ
Mebûsê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç ji bo Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû bersivê bide pirsiyarnameyeke da Meclisa Tirkiyeyê.
Sarisaç qala zimanê kurdî, qala qedexeyên konser û çalakiyên kurdî kir û ev pirs pirsîn:
- Der barê qedexeya konserên hunermendên kurd Aynur Dogan, Metin-Kemal Kahraman û Mem Ararat de li ber destê wezareta we agahî hene?
- Çima konserên li bajarên cuda yên welat bi awayekî peryodîk têne qedexekirin? Aliyê vê yê hiqûqî heye?
- Qedexeya konserên bi kurdî çi eleqeya wê bi “ewlehiya raya giştî” heye? Ewlehiya raya giştî bi qedexekirina konserên bi kurdî tê sazkirin?
- Van rojên dawî gelek konserên bi kurdî hatin qedexekirin, di vî warî de biryareke navendî heye? Li hemberî qedexeyan hûnê tevdîr bigirin?
BAROYA AMEDÊ: EMÊ SERÎ LI RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIN
Li ser van qedexeyan Baroya Amedê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku li hemberî vê qedexeyê emê serî li rêyên hiqûqî bidin û bişopînin.
XWENDEKARAN BERTEK NÎŞAN DA
Li hemberî qedexeyê Koma Piştgiriya Xwendekaran a Zanîngeha Dîcleyê li ber Fakulteya Hiqûqê hat ba hev û bi strîna stranên bi kurdî qedexe şermezar kir.
***
Di van rojan de çend çalakiyên hunerî yên hatine qedexekirin:
- Qeymexamiya Tetwanê lîstika kurdî qedexe kir
- Konserên Mem Ararat û Aynur Doganê hatin qedexekirin
- Vê carê li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
- Lîstika bi kurdî “Don Kîxot” jî hat qedexekirin