Diyarname
Hunermend Harûn Elkî meha borî bi navê "Rev" albuma xwe derxist. Di albumê de stranên wekî "Tirs", "Rev", "Bayê Payîzê", "Here", "Rew Weba", "Miskîn", "Mafdar", "Bendik", "Bernadim û "Xengilok" hene.
Elkî ji bo strana "Xengilo" klîbek kişand û klîb 3'yê vê mehê pêşkêş kir.
Gotinên "Xengilok"ê ji aliyê Rojhilat Azad ve hatiye nivîsandin û muzîka wê Harûn Elkî çêkiriye. Derhêneriya klîbê jî Erkan Eryîgît kiriye.
Klîb di şexsê hunermend Bariş Yazgi (dema dixwest here EWropayê di avê behrê de xeniqî bû) de diyarî hemû penaberên di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane kirine.
Em klîba "Xengilok"ê wekî klîba hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Kerem bikin...