Diyarname
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama ku layiqî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin îro xelata xwe girt.
Ji bo xelatdayînê li paytexta Norweçê li Osloyê merasimeke xelatdayînê hate li dar xistin. Berê xelatgirtinê Obama û Serokwezîrê Norwecê Jen Stoltenberg daxuyaniyeke dan çapemeniyê. Obama li vê derê got, dibe ku berendamên din ji wî zêdetir ev xelat heqkiribûn.
Stoltenberg jî got ku Obama ev xela heq kiriye û ev yek lê zêde kir. "Ez serokekek din nafikirin ku ji Obama zêdetir par ji bo aştiyê xebitî be."
Di vê navberê de serokê berê yê Kubayê Fidel Casro got ku DYA'yê biryara şandina leşkeran a ji bo Afganistanê kiriye, lê ji aliyê din ve ev xelat girt. Castro wisa got: "Obama biryar daye ku li Afganistanê heta hetayê şerê bidomîne. çima biryar daye ku xelata Aştiyê ya Nobelê bigire."