Sîma Birokê / Qamişlo
Duh li Qamişloyê Pêşangeha Teknolojiyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê şîrketa Rcell ve hat vekirin. Pêşangeh bi beşdariya 24 şîrket û dahênerên li herêmê di 28`ê Çileyê/Rêbendanê de bi dawî bû.
Zanîngeha Rojava jî bi berhemên xwedekarên xwe yên Beşa Endazyariya Mekatronîkê ta Peymangeha Zanistên Teknîk tevli pêşangehê bû. 7 xwendekarên ku di dewreya 2021-2022`yan de der çûbûn, projeyên xwe di pêşangehê de pêşkêş kirin.
Piraniya projeyên xwendekaran têkildarî pêwîstiyên jiyanî yên ji bo malbat, kargeh û çandiniyê bûn; wekî înkubasyona çandiniya jîrek, robotên agirkujê û sarinca bi enerjiya tavê dixebite.
PROJEYA ÎNKUBASYONA ÇANDINIYA JÎREK
Di nava projeyan de ya herî bi sûd ku rê li ber pêşketina berhemdayîna sebze û meyweyan vedike, înkubasyona çandiniya jîrek e.
Serokê Beşa Mekatronîkê ya Zanîngeha Rojava Omer Omer ji ajansa me re da zanîn ku pêşangeha teknolojiyê derfeta li pêş pêşandana projeyên xwendekaran vekir û got: “Projeya înkubasyona çandiniya jîrek sûdewar hate dîtin û hin şîrketan xwest vê projeyê pêk bînin.”
ANHA
""
Nûçeya Eleqedar:
- Li Qamişlo pêşangeha teknolojiyê li dar dikeve