Di axaftina zimanê kurdî de cihê dest û dev
Yaþar Eroglu
Di axaftina zimanê kurdî de peyvên dest û dev cihekî balkêþ digirin. Mirov li ser van her du peyvan kûr nebe, serî pêþîn wekî peyvên baldar balê nakiþînin ser xwe. Lê mirov kengê li ser kûr û hûr dibe dîmenekî balkêþ derdikeve pêþ.
Kengî ku min ji bo mijara xwe dest avêt ferhenga kurdî ku mînakan ji van peyvan bidim, qasî min hêvî dikir pir zêdetir serê made û paþ madeyên van her du peyvan derket pêþ min. Bi sedan peyvên bi riya dest û bi dehan peyvên bi riya dev ava bûne her wekî ferhenga kurdî dewlemend bikin tê de cih girtine. Ji ber vê jî mijara ku di serê min de dirûv girtibû hê zêdetir xurt û zelal kir. Min xwest ev dîmenê derketiye pêþ min, ez li gorî têgihiþtna xwe þîrove bikim û binirxînim.
Dest û dev tenê bi serê xwe peyvine serbixwe ne. Ji tu peyvan nehatine dariþtin. Yanî em bêjin peyvine rayek(kok) in. Her yek organekî me dinimîne. Dest organê pêgirtin, karûbarkirin û hwd ye. Dev jî organê xwarin, vexwarin û nîvekî jî organê danûstana nefesê ye. Lê belê bi van peyvên rayek ve, bi sedan peyvên wateya wan cuda pêk tên.
Wek mînak:
Destavêtin, destdirêjî, destar, destmal, destik, destpêk
Destkevtî, destebirak, deste, berdest, bindest,
Serdest, destkêþ, destevala, destteng, destxweþ û hwd.
Devavêtin, devbela, devbenk, devberjêr, devdeling,
Devdevkî, devejeng, berdevk, dever, deverû,
Devzendik, devgirêdayî, devgirêz, devgur, devgîle
Ji bo merama min der be, ev peyv çend mînak in û bes in. Bo nimûne min ferhenga tirkî jî nihêrî, di tirkî de jî hejmarên van her du peyvan jî pir in. Lê qasî kurdî ne berfiref in û mîna yên kurdî peyvên hevedudanî ne gelek in. Dibe ku di hin zimanan de berfireh bin, lê ez ne bawer im ku di her zimanî de ev her du peyv ew qas berfireh cih bigirin. Dibe di hin zimanan de jî peyvine din wekî rola dest û dev pêk aniye cih bigirin. Ez li ser vê yekê nesekinîme, nizanim. Di axaftin an jî ferhenga zimanê kurdî de berfireh cihgirtina her du peyvan bi qasî balkêþbûna xwe jî bû sedem ku ez serê xwe pê re biêþînim. Qasî ku min serê xwe pê re êþand, ez gihîþtime hin encaman. Ev encamên ez gihîþtime ne qetî ne, þîrove ne, fikrekê derpêþ dikin û ji nîqaþ û rexneyan re vekirî ne.
1- Dest û dev du organên girîng ên mirovan in. Ev organ bi xwe re nûneriyekê pêk tînin. Destavêtin bi wateya, tecawiz, namûsê re lîstin di ziman de cih girtiye. Ne peyveke razber (soyut) e, wekî tecawiza di tirkî de ne razber e. Her wiha peyvên din ên bi dest û dev ve çêbûne jî wisa ne. Ev xwe dispêre awayê berhilîn û dariþtinekê. Di wê pêvajoyê de, di mêjiyê fikirandina ser tiþtan de pir rol dikeve ser van her du organan. Dest û dev pir çalak in. Ziman di dema dariþtina peyvan de mêyla xwe ber bi wan dide û sembolîze dike. Ev peyvên di ferhengê de, di bin van xalan de cih girtine hemû jî mutleqe bi dest ve tên kirin an jî dema ziman wateyê lê bar dike bi dest û dev re têkiliyê datîne. Bi vî awayî hin peyv wekî mecazî pê re eleqedar dibin. Wekî mînak, destteng, serdest, devgur, devbela bi vî rengî ne. Bi rastî dest bi awayê fîzîkî ne teng e. Ziman+mêjiyê axaftinê berdihilîne, bi dest re eleqeya wê datîne. Peyva teng li vir bêderfetiyê, neçariyê dinimîne. Dest rihet nazivire, nikare manewrayeke madî bike. Peyv bi giþtî dibe mecazî wekî tengasî, bêîmkanî wate digire.
Peyva serdest jî wateya serwer, hikumran dihewîne. Wekî fîzîkî ew jî ne ser destan e. Lê ziman dest re têkiliya wê çêdike û wekî yên jor, gotin û hukmên wan derbas dibin, ji her kesî pêþdetir, dest nagihîjinê dide rûniþtandin. Devgur þibandin e. Dema behsa gur û dev dikin, em dibêjin, devê gur. Lê em diþibînin, em dibêjin, devgur. Devgur ji mirovan re tê gotin. Devê mirovan qasî yê gur nabe, lê dema devê yekî li me xweþ nehat an jî em pirole (mubelexe) bikin em dibêjin, devgur. Her wiha devbela jî wisa ne. Devê yekî nesekine, her tiþtî li her derê û bi awayekî ne xweþ biaxive, ziman bi dev re têkiliya wê datîne û jê re tê gotin devbela.
Yên ku ne mecazî û þibandînî ne, rasterast wateya xwe didin der. Wekî mînak; destmal, destkêþ, devbenk, devgirêz.
Destmal, dest dimalîne, paqij dike. Yekser wateya xwe dide.
Destkêþ, bi dest kiþandina hespan û hwd îfade dike.
Devbenk, benê devê çûwal û tûran terîf dike.
Devgirêz, devê bi girêz derpêþ dike. Her sê jî yekser wateya xwe didine der.
2- Ev xala duyemîn jî bi ya yekemîn re girêdayî ye. Zimanê kurdî zimanekî temsîlî ye. Kêliya morfolojiya zimanê kurdî di mêjî de çêbûye û ji dev re derketiye her peyvekê re nûneriyek dîtiye. Her tiþt bi tiþtekî din îfade kiriye. Bi taybetî jî nav. Dema mirov lê hûr dibe dibîne ku zimanê kurdî çiqas kevnar e. Ev xwe digihîne dema þkefta ku mirovên wê demê bi wêneyên heywanan meramên xwe radigihandine hev û wekî zimanê wêneyî bi kar anîne.
(Mînak kergû- kerguhþ, kêrguh. Bi tirkî jê re dibêjin tavþan. Tirkî tu temsîliyeta tavþan tune ye. Em kurdî bêjin, ji ber ku guhên wê mezin in û diþibine keran ji wê heywanê re tê gotin kergû- kerguhþk- kêrgûh. Ev navan jî li gorî herêman diguherin.
Her wiha dûrbîn, kuling, gakovî, pezkovî, þêrgele û hwd.
Di vir de sembolîzekirineke gir-mezin- gir-çiya, tepe- þîrove bikim. Ji gir-mezin, kocaman- gir-tepe- hatiye dariþtin. Giran-aðýr- bi xwe re giran-mezin<êleke giran>, aðýrbaþlý dariþtandiye.
Gir’ê duyemîn navên navekî þibandî ye. Giran’ê duyemîn mecazî ye.)
Wekî peyv ketine ziman ji wan hinek guherîne, ji eslê xwe dûr ketine. Yên ji eslê xwe dûr neketine li gorî mantiq û mêjiyê zimanê xwe, ji xwe re nûneriyek dîtine û xwe spartine wê nûneriyê, bi vî awayî jî xwe dane nimandinê. Peyvên dev û dest jî bûne alîkarê wê nimandinê. Bi vî awayî dest û dev di zimanê kurdî de roleke giran girtine ser xwe.
Bala min nekiþandiye lê belkî di zimanê kurdî de hin peyvên din ên mîna dest û dev hebin. Ez bawer dikim ku heman þîrove û nirxandin ji bo wan jî dikare bê kirin.
***
Nivîsên Yaþar Eroglu yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî û çend gotin
- Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin þaþiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî