Diyarname
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo meha Remezanê biryarnameyeke belav kir. Rêveberiyê bi vê yekê saetên demên kar ji nû ve saz kirin.
Li gorî biryarnameyê di meha Remezanê de dema xebatê saet 08.00’an dest pê dike û saet 14.00’an bi dawî bibe.
Ev biryar ji bo xebatkarên Desteya Perwerdehî û Fêrkirinê derbas nabe. Saetên dewamê li gorî proseya perwerdeyê tên diyarkirin.
Saziyên ku pêdiviya wan bi karê berdewam heye jî di biryarnameyê de cih nagirin.


