Silêmanî
Ji aliyê Navenda Xezelnûs, Mala Sûhrewerdî, Xaney Hîkmet bi alikariya Çand û Hunera Başûr ji bo piştgiriya Efrînê Hefteya Çandî hat lidar xistin. Di vê çarçoveyê de roja şemî çend filmên girêdayî şoreşa Rojava hatin nîşandayîn.
Duh êvarê sê filmên bi navê Ba Birûsk, Ez Şervan im û Strana Serxet li Salona Sînema Salim ya bajarê Silêmanî hatin nîşandan.
Berpirsê Navenda Xezelnûs Rewez Hemesalih jî diyar kir ku wan xwest bi vî awayî piştgiriya Efrînê bikin.
Fîlmê derhêner Kazim Oz "Zer" jî îro di vê çarçoveyê de saet 15'an de hat nîşandayîn.
Biryar e heşt filmên li ser berxwedana Rojava û Bakurê Kurdistanê di nava vê hefteyê de werin nîşandan.