Diyarname
Li Sersûmê ligel nivîskar Faîk Ocal wê çalakiya gotûbêj û îmzekirina pirtûkan li dar bikeve.
Nivîskar Faîk Ocal ku ji bo Diyarnameyê jî dem bi dem dinivîse, herî dawî meha borî bi navê ‘Çîrokên Axa Min’ pirtûka xwe ya çîrokan ji Weşanên Sîtavê derxistibû.
Ocal ji Semsûrê ye û niha li bajarê xwe beşdarî çalakiya gotûbêj û îmzekirina pirtûkan dibe.
Çalakî wê li Egîtîm-Sena Semsûrê roja 21'ê mehê saet 14.00'an de li dar bikeve.
Ji bo yên bixwazin herin, navnîşan:
Hoca Omer Mah. Yahya Kemal Cad. Bilgiç İş Merkezi, Kat: 2, Semsûr


