Diyarname
Diyarname heta dikare cih dide weşanên kurdî, çi pirtûk, kovar, album û tiştên din. Mesela me ya îro e-kovara Bernamegehê ye. Ne tenê ew e-kovar, em dubare bikin bila weşanên me yên din jî bizanibin ka em weşaneke çawa dikin. Emê çend tiştan bibêjin.
Pirtûkên ku neyên ber destê me em nikarin nûçeyên wan çêbikin. Danasîna ku ji ser e-mailê re tê bi pesnan e. Tercih e weşanek wê daxuyaniyê raste rast bide, yan nede. Lê ême tercih ew e em bi xwe pirtûkê bibînin û li gor xwe nûçeyeke saz bikin.
Ji bo kovaran jî, ha yên çapkirî, ha e-kovar, em ji wan dixwazin PDF'a wê ji bo me rê bikin û em li gor xwe nûçeyek saz bikin. Bi giştî e-kovarên me daxuyaniya derketinê dişînin. Ew daxuyanî wekî tê dîtin di gelek weşanên kurdî de bêyî tiştek lê zêde bikin yan kêm bikin diweşînin. Lê em wisa nakin. Daxuyanî bê jî em li bendê disekinin ku heta PDF'a wê bê, em bi xwe lê binêrin, em bi xwe tiştan jê derxin û nûçeyê/an çêbikin. PDF hatibe jî di rewşek normal de em lê dinêrin û dinirxînin.
Ev yek ji bo hemûyan derbas dibe. Niha;
Ji E-kovara Bernamegeh mail hat.
Roja 23'yê mehê saet 23.29'ê şevê ji aliyê maila kovarê ve daxuyaniya wan hatiye ber destên me.
Roja 24'ê mehê saet 17'an de vê carê birêz kordînatorê e-kovarê Occo Mahabad ji ser maila xwe re heman mail şandiye. Me her du jî roja 24'ê mehê dîtin. Dawiya hefteyê bû jî, me xwe bi xwe got emê binêrin, û tiştek çêbikin.
Roja din yanê 25'ê mehê saet 17.21 de hêja Occo Mahabad ev peyam şandiye:
"Hêvîdar im tu baş î
Gelo hûn ê danasîna me biweşînin yan neweşînin
hêvîdar im hûn ê bi demoqratîk tevbigerin û nebin malpereke çend alî û kesan û cih bidin gellek aliyan ji kerema xwe kubariyek bikin bersiveke zelal û vekirî ji me re bi rê bikin
da ku em jî fêm bikin ku fikrên we çi ne
Bi silavên dostane sekeftin."
Xêr e, ev çi lez e, çi pêşdarazî ye? Yek, hûn nikaribûn du sê rojan bisekinin? Didu, em danasîna e-kovara we nekin emê bibin nedemokratîk, emê bibin alîgir? Em danasîna we bikin emê bibin demokratîk? Wisa hêsan e? Ev çi tişt e em hîn bûne hema di cih de etîketan li kes/saziyan dixin?
Birêz kordînatorê ku qala demokratîk an nedemokratîk bûnê dike, qala alîgirtinê dike herhal dizane dema pirtûka wî derketibû me nûçeya wî jî çêkiribû.
Me heta niha nûçeya kovarên çapkirî yên wekî Nûbihar, Dilop, Psychology Kurdî, Folklora Me, Ziryab, Kurd, Flashhilat (hin nav me ji bîr kiribin biborin) jî çêkirine; me nûçeyên e-kovarên wekî Kûbar, Sînemaya Serbixwe, E-Çandname jî çêkirine. Tiştek eyb e mirov gotinên ku birêz bi maila xwe şandiye bîne ziman.
Dubare em bêjin: Daxuyaniyên ku tên em dinirxînin, di çêkirina nûçeyê de ji bo me dibin alîkar lê em dîsa jî li naverokê dinêrin û li gor xwe nûçeyê çêdikin. Carinan dibe em dereng jî nûçeyê çêbikin, lê em vê dikin: Nûçeyên ku em çêdikin taybet in, yek bi yek ne wekî nûçeyên ku xelkê weşandine ne. Ger wekî wan be jixwe taybetiya me namîne. Ji ber vê carinan dibe zû, dibe dereng jî nûçe hatibe çêkirin. Lê ev yek mafê nade kesî/ê me bi etîketan binirxîne.
Û pirsa dawî ev e: Piştî sûcdarkirinê, piştî van gotinan ka çawa ji dil dê bê ku em nûçeya e-kovara Bernamgehê çêbikin?


