logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Ş. Sefer: Kêfa min ji gelek helbestvanên kurd re nayê

Me bi Şêxmûs Sefer li ser pirtûka wî "Piştî Xezal Terqiyan" û helbesta kurdî xeber da û wî notên balkêş pêşkêş kirin.

  • Dîrok: 30/07/2011
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

Nivîskarê malpera me Şêxmûs Sefer vê carê bi pirtûka xwe ya helbestan “Piştî Xezal Terqiyan” derket pêşberî helbesthezan. Me pirsî wî bersivand û notên wekî  ‘tenê helbest dikare êşa min ‘bikewîne’’, ‘bi min helbest ji aliyekî ve jî aciziyek e’, ‘helbest divê biniqute hundirê dilê te’ ‘ez têkiliya gelek helbestvan û helbestê etîk nabînim’ û gelek gotinên balkêş ên bi vî rengî derketin holê. Fermo em bi hev re bixwînin.


Ez dixwazim em wisa dest pê bikin: Bi qasî ez dizanim ev bû 14 sal tu helbestan dinivîsî. Di van 14 salan de tu qet ji helbestê aciz bûyî?

Rast e,min ji bîr kiribû lê wa ye te ji bîr nekiriye.14 sal jî derbas kiriye. Wekî gelek nivîskarên wêjeya Kurdî min jî berî vî 14 salî bi zimanê tirkî li gorî xwe hin helbest dinivîsand. Min careke din wan nexwendiye lê wekî lênûsk hîn jî li cem min heye ev helbestên bi tirkî hatine nivîsandin.

Ez ji helbestê aciz bûm gelo,nizanim. Lê bi baweriya min helbest ji aliyekî ve jî aciziyek e. Gava tu aciz î tu dinivîsî. Hezkiriya te diçe, tu aciz î… Zarokek li kolana bêkes e, tu aciz î, welatê te li ber lingan diçe, tu aciz î. Helbest acizî bi xwe ye. Gava ku kêf kêfa te be jixwe hewcedarî bi helbest melbesta tune ye.
Gava min dest bi nivîsandina helbesta kir her çiqas min neceribandibû jî nedihat wê wateyê ku min ê nikara çîrok an roman jî binivîsanda. Lê bi derba ewil re min fêm kir ku tenê helbest dikare êşa min ‘bikewîne’. Kêfa min ji xwendina çîroka re û ji romanê re jî pir tê lê nivîs tiştekî din e. Gava ez biçûk bûm her gav di hemû şevbuhêrkan de min li ‘çîrokên’ bavê xwe yê kaçaxçîtiyê guhdarî dikir. Ez dibêjim çîrok lê jiyana wî bi xwe bû. Bavê min di wan serboriyên xwe de peyvek lê zêde nedikir û çi jiyabû ji me re ew digot. Ez bi peyvên wî re carinan li Çiyayê Şengalê bûm, carinan li ber Amûdê di mewziyekê de benda mirinê, carinan bi teqîna mayînekê xwîn ji lingê min diherikî, min hîs dikir, carinan li mala dostekî êzidî peyvekî xerîb bûm…Zaroktiya min hemû bi salan wisa derbas bû. Ji ber wê di pirtûka min ya yekemîn a “Bîstan Hatin Berdan” de li ser bavê min gelek helbestên min hene.
Gava ez di dibistana navîn de pola şeşan de bûm. Min di 2-3 rojan de bênan û av pirtûka Yaşar Kêmal ya ‘Înce Memed’ qedand. Di wê pirtûkê de min ew ‘eşqiyayê’ derketibû serê çiyê wekî bavê xwe didît. Ji ber wê min dixwest romanekê wekî wê binivîsim ku qala jiyana bavê min bikira. Min hinek amedehî kir bi rastî wê demê lê ji ber ku min nizanibû roman çi ye, çawa tê nivîsandin min qet dest bi nivîsandina wê nekir. Lê xeyaleke pir xweş bû ji bo min. Îcar gava min helbest xwendin min fêm kir ku tiştê herî baş karibe min îfade bike, ew e.
Ya diduyan ez têkiliya gelek helbestvan û helbestê etîk nabînim. Helbestê ji bo xwe wekî amûrekê bikar tînin ku karibin çîrok in an roman in baş binivîsin. Wekî gelek merheleyên mirovahiyê dibe ku ev jî merheleyek be ji bo hin tiştan lê ez vê yekê ji bo helbestê wekî neheqiyekê dibînim.


Her helbestvan bi hesteke dinivîse. Tu bi kîjan hestan helbestê dinivîsî?

Hest tune be jixwe helbest nabe! Tu çiqasî mirovekî şareza bî di teoriya helbestê de eger ku ew hest bi te re tune bin tu nikarî helbesteke baş binivîsî. Helbest divê biniqute hundirê dilê te. Hevokên helbestvanekî yê gotarekê jî divê xwe diyar bike bê pênûseke çawa ye ev. Ji ber wê ez gava helbestên xwe dinivîsim ez mişt hest im. Derewan pêşî li xwe nakim. Tu carî li dû hevokên herî xweş negeriyam. Hevokên herî baş ew in ku yên min dikarin îfade bikin, ew ji min re pêwîst in. Û min bi wan nivîsand. Bi peyvan nalîzim. Ku bilizîm wê hestên min bifirin an xera bibin. Tu nikarî şîrekî ku wê bê meyandin bi heyvanekî zêde bi şekîl û tenê forma wî heye bimeyîne. Wê mastekî xweş û bi tahm jê dernekeve. Helbestên min di wextê xwe de dimeyê û ez ji mastê malê heyvanê xwe çêdikim. Li dû tu helbestvanî negeriyam. Ji bo min hestên herî mezin yê min in. Di wê gavê de ez tu navderekî qerase nas nakim, her çiqas ew ji min bi dehan caran helbestvanên baştir bin jî, lê ez hestên xwe nadim bi tiştekî wan…

Di helbestên min de pir diyar in bê ez bi kîjan hestan dinivîsim. Gava Îhsan Fetehiyan hate bi darvekirin eger wê şevê min helbestek ji wî re diyarî nekiribûya min ê xwe wekî pasratekî Faris hîs bikira ku bi kuştina kurdan bextewar dibe. Ez gava zarokeke keçik li kolanêkî bajarekî 10’ê şevê li ber camên erebeya dest vekirî dibînim, wê şevê nikarim li çavê qîza xwe binêrim. Bavê wê keçikê li ku ye nizanim lê dizanim ku dibe ku li şûna wê keçikê qîza min jî bûya. Ji ber wê gava min di romana Helîm Yûsiv de qarektera Rênas xwend ez bi seatan giriyam. Ji bo min helbest pêşî hîskirin e paşê jî bi hîskirin dayîn e. Ji ber wê kêfa min ji gelek helbestvanên kurd re nayê ku piraniya helbestên wan bêhîs in.


Helbest ji bo wêjeya gelekî, ji bo pêşketina gelekî û zimanekî tê çi wateyê? Qîmeta wê çi ye?

Di filmê ‘Qraliyeta Bihuştê’ de gava Qudus ji hêla Selhedîn ve tê ku bê stendin fermandarê artêşa Xaçparêzan jê dipirse; Ey Selhedîn ji bo te Qudus çi ye? Silhedîn dibêje ‘ne tu tişt e’. Piçekî dimeşe û vedigere jê re dibêje ‘her tişt e’.
Bi rastî helbest ji bo wêjeya gelekî her tişt e û ne tişteke jî. Di her tiştî de ev wisa ye. Qîmetbûn ew e ku di çavê te de çi nirxê wî tiştî heye. Îro helbestvaniya min ji bo kê an çend kesan çi îfade dike. Mesele ev e. Di mînakên dinyayê de em baş dizanin ku yek tiştên sereke ji bo pêşxistina zimanekî helbest bi xwe bû ye. Ji farisan bigirin heta îngilîzan. Îro em kurd jî radibin û rûdinên em dibêjin Mem û Zîn. Wekî din?


Heta niha ji rêberên şoreşan, ji dîktatoran bigire heta gundiyan gelek kesî helbest nivîsîne. Em bi çi çavî li helbestê binêrin: Helbest peyam e, yan hest e? Tu dikarî çi bibêjî?

Rast e. Helbest wekî cureyekî hêsan tê dîtin û kî kêsa xwe lê bîne efû nake. Lê ev yek zêde nadome. Yê jê têr ‘dixwe’ bi hêdîka vedikişe. Hin kes bi temamî nema lê vedigerin hin kes jî her gavan birçî bibin…

Wekî min li jor jî got ji bo min helbest teqez hest e. Tu derdekî min nebû ku ez peyama bidim. Peyam dayîn tiştekî din e û bêtir di kategoriya siyasetê de mirov dikare binirxîne. Helbestên baş jî wekî hemû cureyên din yên wêjeyê dimîne. Yên nebaş jî jixwe zêde haya kesî jê nabe.

Di helbesta "Pisîkên Adarê" de tu dibêjî 'em çi ne û ne çi ne lê!!!". Gelo em çi ne?

Ya rast ez nizanim qala yeko yeko helbestên xwe bikim. Ji ber ku min ew helbesta xwe çend sal berê bi kîjan hestan nivîsandiye nikarim aniha li gorî dilê xwe bînim ziman. Naxwazim neheqiyekê li hestên xwe yên wê demê bikim. Dibe ku di hevokeke xwe de tiştekî şaş bêjim. Lê ev yek bi rehetî dikare bê gotin ku di wê helbestê de jî dibe ku her tişt hebe û wekî îro tu tişt jî tunebe. Di wê helbestê de berî her tiştî evîneke pir xurt heye, helbestvanekî pir mezin heye û fermandarekî bi şûrê xwe dinya lerizandiye heye. Lê di hemûyan de jî kî di xema kê de ye. Evîneke ku ji nav desta çûyî, helbestvanekî ku kes nizane ku li ku dijî û fermanderekî ku şûrê wî welatek ava dikir û welatê wî dibin şûran de dinale…


"Dimeye di nêrînên min de çavên te" te diyarî zarokên file kiriye. Em çawa vê binirxînin, çima tiştek wisa?

Çav û bi taybetî jî çavên zarokan ji bo min pir watedar in. Gava min wêneyên zarokên filan ditîn cara ewil min li çavên wan nêrî. Ji bo min çavên wan nexşeya qirkirina wan in. Ez pir pê diêşim. Esas windakirin e. Çavên hezkiriya we dibe ku winda bibe û tevî çavên wan zarokên fila bibe.


Di vê pirtûkê de gelek helbestên te li ser evînê ne. Piranî jî wekî evînên negihîştine hev. Gelo evîn wekî "sîwanên piştî baranê" ne û yê te jî yek ji wan "sîwanan" e?

Erê. Di vê pirtûka min de jixwe ji navê wê jî diyar e ku Xezal Terqiyan e û winda ne. Piranî helbestên min yên vê pirtûkê li ser evînekê ye. Evîn bi rastî jî gava nagihîje hev dibe evîn. Gava ku mirov digihên hev û bi hev re dijîn êdî navê wî tiştî dibe tiştekî din. Îro di gelek helbestên klasîkên dinyayê de qala ew kesên ji hev dûrketine tê kirin. Di evînê de yek sîwan yek jî baran be gava roj derdikeve her dû jî winda dibin. Îcar ez ‘sîwan’ an jî ‘baran’ bim wê çi ferq bike, piştî roj derket û pê ve…


Gelek helbestên te jî li ser pirsgirêkên kurdan in. Çiyayê Şengelê û Sûka Qamişlo, Mohsen Namjoo, Îhsan Fetahiyan, Benîştek û hwd... Bi helbestê anîna ziman a pirsgirêkan tişteke çawa ye?

Ez helbestvan im, lê berî wê jî kurd im. Tu carî min xwe li derveyî civaka xwe neditiye. Dibe ku me eynî tişt hîs kiribin. Dibe ku em bi eynî tiştan giriyabin û dibe ku em bi heman tiştan keniyabin. Çand tiştekî wisa ye jixwe.
Gava min helbestên xwe nivîsandin, tenê min ji bo ku ew tişt hîs kirinin nivîsandiye. Yan na piştî bi daliqandina îhsan Fetehiyan ku min helbest nivîsand tiştek nehat guhertin di jiyana wan mirovan de. Ferqa helbestvan û siyasetmedarekî ew e ku yek jê hîs dike yê din jî sloganan diavêje. Ez hîsên xwe parve dikim. Piştî ku Ferzad Kemanger hate xeniqandin nameyekî wî belav bû. Me hemûyan bi wê nameya wî nas kir. Bi çiqas mirovekî zane û xwedî hîs e. Ferzad wekî hevalekî xwe yê din dibe ku bihata daliqandin û wekî nav me wî zanibûya. Lê di wan deman de ez bi otobusê diçûm mal. Di rê de jineke mamoste di telefonê de qala nameya Ferzad dikir ji hevaleke xwe re û digot em ê wekî kom li ser nameya wî bixebitin. Bi şanoyê re aleqedar bû an bi tiştekî din nizanim. Lê mesele ev e ku me her kesî Ferzad bi wê nameyê nas kir. Ji ber vê yekê bandora tiştên hunerî li ser civakê pir heye, her çiqas bi zanebûn di bin sîya siyasetê de tê hiştin ji hêla siyasetmedarên me yî kêrnehatî ve.


Tu dibêjî "Ma evîn bi pênûsê têne nivisandin". Ma nayên nivîsandin? Tu dixwazî çi bibêjî?

Ev îroniyek e. Jixwe evîn bi pênûsê tê nivîsandin, eger bê nivîsandin. Jiyana kesên bi hunerê dilebikin jiyaneke bi êş û azab e hinekî. Eger ev yekana tunebin afirandin jî zor e. Îcar piştî hin deman tu dixwazî hinekî tiştên baş û xweş jî bijî, di evînê de jî. Bi awayekî eger tu bijî tiştê herî xweş e, lê tu nejî jî tiştê herî xweş binivîsî. Lê gotineke Charles Bukowski tê bîra min. Digot; Gava hûnê tiştekî bijîn wê kêliyê nenivîse, ji ber wê nivîs di bin tesîra jiyana te de bimîne.

***

Şêxmûs Sefer kî ye?

Nivîskar û helbestvan Şêxmûs Sefer di sala 1977'an de li Mêrdînê hatiye dinê û niha li Amedê dijî. Di serî de Azadiya Welat, di gelek weşanan de nivîs û helbestên wî hatin belavkirin.
Bi navê "Bîstan Hatin Berdan" pirtûkek wî ya yekemîn a helbestan di sala 2006'an de ji Weşanxaneya Lîsê derket.
Şêxmûs Sefer ku niha pirtûka xwe ya duyemîn "Piştî Xezal Terqiyan" (Weşanên Ronahî) derxist ji 2008'an ve ye di Diyarnameyê, di quncikê xwe yê bi navê "Taxa Fila" de nivîsên xwe pêşkêşî xwendevanan dike.


 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Brukselê meşek ji bo Roj TV

ad

Ji îro 5 nûçeyên ku derketine pêş

ad

Xelata Olof Palme didin 3 jinan

ad

Zebeş mêraniyê xurt dike!

ad

Ji ber vê fotoyê festîval hat qedexekirin

ad

Cenazeyên Baran û Akdemîr hatin definkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname