Diyarname
Saziyên kurd ên li Swîsreyê û Meclisa Gel a Demokratîk ji bo çewsandinên li ser Roj TV şermezar bikin di 3'yê avrêlê li Brukselê meşeke li dar dixin.
FEKAR (Federasyona Komeleyên Kurd) û Meclisên Gel ên Kurd bi hev re meşeke li hemberî zordariya li ser çapemeniya kurd li dar dixin. Dawiya hefteyê li kongreyên herêmê biryara meşê hate girtin. Ji bo çalakiyê ji Bernê 2, ji Baselê 2, ji Zurichê 5 bi giştî 9 otobus hatin girtin ku girseyê bibin cihê mehê û her wiha hate gotin ku wê gelek kes jî bi erebeyên xwe yên taybet herin cihê meşê.