Diyarname
Xelata Olof Palme ya sala 2023’yan didin 3 jinan: Eren Keskin, Marta Chumalo û Narges Mohammedi. 1’ê meha reşemiya îsal dê li Concert Holl a li Stockholmê bi merasimek xelatê bidin van her sê jinan.
Eren Keskin li Tirkiyeyê bi selana e ji bo mafên mirovan têdikoşe. Ew niha Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê ye.
Psîkolog û femînîsta ji Ûkraynayê Marta Chumalo yek ji avakarên Navenda Awirên Jinan e ku bîst sal in piştgirî dide jinên rastî şîdetê hatine. Ji bo jinan ew dixwaze Peymana Stenbolê bi awayekî bi bandor bê bicihanîn.
Narges Mohammadî rojnameger û aktîvîsteke mafên mirovan e. Yek ji avakarên Konseya Aştiyê ya Neteweyî ya Îranê ye û di nav navenda parêzvanên mafên mirovan de cih girtiye.
Saziyê bi ser malpera xwe re ev navên ku dê xelatê bide wan ragihandin.


