Mehmet Çakmak
Têkiliya nivîskar û jiyanê gelo divê di çi radeyêde be? Ev pirs di heman demê de ji bo wêjeyê pirseke sereke ye û her û her tê guftugokirin. Mijar an jî şêwaz çi dibe bila bibe, her nivîskar encax dikare bibe beredevkê serdema xwe. Dîsa her cure çeşnên wêjeyî beriya her tiştî belgeyên serdemê ne. Lewre her nivîskar encax tiştên ku dibîne yan jî dijî dikare baş şîrove bike û dahûrîne. Wekî mînak carinan hin berhemên ku mijarên wan dîrokî ne hene, lê ew bi xwe jî ji serdema ku hatina nivîsandin reng û dirûv digirin bêyî ku nivîskar lê hay bibe. Bi taybet ev hêl di berhemên wêjeyî de bêhtir diyar in.
Romanek bi navê “Gün Işığında Zap” yanî “Di Taverojê De Zap” ya Ahmet Tahîr ji weşanên Aramê derket hember xwîneran. Ji niha de dikarim bêjim ku ev roman dê gelek were xwendin û bi xwe re nîqaşên dûdirêj bîne. Çend taybetiyên sereke yên romanê hene ku ji gelek aliyan ve hêjayî nîqaşê ye û di heman demê de romanê dide kûrkirin.
Di vê romanê de ya herî balkêş mijara wê ye. Mijar; bi tevahî li ser Şerê Zapê yê 2008’an e. Belê ew şerê navdar ku di navbera Hêzên Tevgera Azadiyê û HÇT’ê (Hêzên Çekdar ên Tirk) de qewimî. Di nav hemû şerên ku li Zapê hatine kirin de yê herî zêde di medyayê de ciheke mezin girt ev şer bi xwe bû. Di demeke gelek kurt de, wek heşt rojan, şer dest pê kir û bi dawî bû jî. Encamên şer ji bo HÇT’ê ji her hêlî ve fiyasko bû. Ew hêviyên ku her tiştên xwe pê girê dabûn, di encama şerî de tar û mar bû. Û jixwe ji wê demê pê ve merheleyeke din dest pê kir. Ji bo Tevgera Azadiyê jî mînaka berxwedaniya li hember teknîka dêwasa ya herî birûmet û encamdar bû. Helbet mesele ne tenê di vî şerî de ka gelo çend kes hatine kuştin û çi qas teçhîzat û çek hatine bidestxistin. Mesele encama konjokturel bû. Di encama Şerê Zapê de ne tenê berxwedaniyek hat nîşandan, her wiha dastanek jî hate nivîsandin. Ev dastan a serkeftinê, ya hêviyê, ya hêza mirovane bû… Roman ji her hêlê ve vê mijara ku ji bo kurdan taybet e hilgirtiye dest û li gel herikbariya çîrokeke xweş xwîner bi hêsanî tê digihêje bê di şer de çi qewimiye û kîjan encam derketine holê.
Li gel mijarê taybetiyeke din a romanê heye ku ji mijarê wêdetir e, ew jî nivîskar bi xwe ye. Ahmet Tahîr bi xwe jî wek gerîlayekî rahiştiye pênûsê û yek bi yek hevokên romanê hûnandiye. Belê mijar şerê gerîla û leşkerên tirk e û gerîlayekî ku ji nêz ve vî şerî şopandiye, şer kiriye mijara xwe û romana wê nivîsandiye. Li gel ku ev hêl dibe taybetiya sereke ya romanê jî ji ber ku nivîskar parçeyeke vî şerî ye, dibêtiya yekaliyî dikarîbû derbiketa pêş. Lê nivîskar bi xwe jî vê xesasiyetê li ber çavan girtiye û li gorî wê romana xwe sêwirandiye. Yanî xetereyan baş dahûrandiye û avantajên li ber xwe têrbaş bi kar aniye.
Bi tena serê xwe ev her du xal dike ku mirov romanê merak bike û bixwîne. Di demên dawiyê de gelek nivîskarên kurd bi mijarên cur be cur li ser heman temayê rawestiyane. Dîsa wisa dixuyê ku dê berdewamiya van mijaran her domdar be. Di vî warî de baweriyeke min heye ku ew ê gelek nivîskarên kurd romanên wisa wek paşxaneya çavkaniyê bi kar bînin. Ev bikaranîn dê ne xelet be, tam jî li dijî vê yekê ew ê rasteqîniya berheman derxîne asta jor.
Nivîskarê romanê, gava ku bûyer, wargeh, karekter û demê afirandiye, qandî ku bi rastiya heyî girêdayî maye, tixûbên cîhana xeyalên xwe jî heta jê hatî fireh girtiye û armoniyeke bêhempa derxistiye holê. Nivîskar helbet rastiyekê nivîsandiye, jiyînên heyî di cîhana xwe de ji nû ve têkelî hev kirine, lê rastiyê zêde romantîze nekiriye. Lewma mijar û hûnandina wê pir tev li hev nabe. Di xwendinê de her xwîner bi hêsanî dikare van hêlan ferq bikin. Gava ku nivîskarek vê yekê dike, helbet di heman demê de xwe di binê berpirsiyeriyekê de jî dibîne. Her çi be jî dikarîbû biketa nav gelek xeman û ev xem li ser hûnandinê dê gelêk hêlên neyênî derbixista.
Gelo nivîskar rastiya heyî dîsa li gor wê rastiyê bi awayekî resen bixwaze bide, ev yek ji bo wî qelsî ye yan serketina wî ye? Bi ya min ti nivîskar nikare du caran heman tiştî binivîse. Tiştek din jî heye, ti nivîskar nikare wekî nivîskarekî din binivîse. Heraklîtosê yewnanî ji ber xwe ve negotiye ; “Mirov nikare du caran di çemekî de xwe bişo.” Her çi qas nivîsandina bûyerên rasteqînî ji gelek kesan re hêsan were dîtin jî rastiya heyî ne ew e. Û di ser de jî ew kes vê yekê bi berpirsiyarî û hestyariyeke cudatir bike. Ji hûnandin û girêdana beşên romanê mirov têdigihêje ku pêvajoya nivîsandinê wisa hêsan û ji ber xwe ve nebûye. Ji ber vê jî mirov encax dikare hurmetê nîşanî hewldana nivîskar bide.
Her çi qas zimanê romanê tirkî be jî nivîskar xwestiye romeneke kurdan binivîse, bi cesareteke mezin yek ji şerên herî dijwar û tûj kiriye mijara xwe. Hewldana nivîskar dike ku berhem bê asteke din. Roman ji her hêlî ve rastiyên şer radixe ber çavên mirov. Dîsa bi ziman, şêwaz û hûnandinê ti carî mirov natengijîne û bi herikbariyeke germ xwîner ji ber xwe ve di nava bûyeran de gav bi gav dimeşe.
Ez di wê baweriyê de me ku dê gelek nivîskar û xwîner ji vê romana taybet sûdeyê werbigirin. Romana “Gün Işığında Zap” li gel tehma xwe ya wêjeyî di heman demê de wek belgename jî di nava refên dîrokê de êdî cihê xwe girt. Xwe ji xwendina vê berhema hêja bêpar nehêlin…
Azadiya Welat


